SERSAXÎ

av | jun 11, 2025 | Çand, Uncategorized | 0 Kommentarer

PEYAMA AKADEMÎYA KURDÎ LI STOCKHOLM JI BO KERÎM ŞENGALÎ

Akademiya Kurdî li Stockholmê, li ser siyasetzan, rewşenbîr, pêşmergeyê rêbaza BARZANÎ û wezîrê navxweyî yê berê Kerîm Şengalî peyameka  sersaxiyê belav kir.

Wezîrê berê yê Kurdistana Federal Kerîm Şingalî koça dawiyê kir. Ew siyasetzan û şopdarê rêbaza Mele Mistafa BARZANÎ bû û di damezrandina “Qiyadeya Miwaqet” de rola rêbaza neteweyî ya Kerîm Şengalî, Mesud BARZANÎ, Idris BARZANÎ û Samî Evdilrehman pir e. Qiyadeya Miwaqet bi fermana serokê neteweyî nemir BARZANÎ hatibû damezrandin. Di sala 2005ê de Kerîm Şengalî li ser daxwaza Kurdistana Federal ji aliyê birêz Nêçîrvan BARZANÎ ve wek wezîrê navxweyî hat desthilatdarkirin.

Di sala 2009ê de jî, ji aliyê serokkomarê Iraqê Berhem Salîh ve di kabîneya şeşemîn de wek berê hat desthilatdarkirin.

Em hevparê  xemên malbata  Kerîm Şingalî ne û em sersaxiyê ji tevahiya neteweya kurd re dixwazin. Em sersaxîyê ji malbata Kerîm Şengalî, hezkirên wî û xwe hevparên xemên wan dibînin. Giyana wî şad û cihê wî bihuşt be. Akademîya Kurdî li Stockholmê xwe hevpara xemên malbata BARZANÎ dibîne. Em bi ser navê Akademîya Kurdî pir xemgîn in, ji malbata Kerîm Şengalî re sebrê dixwazin.

Akademiya Kurdî li Stockholmê

Sekreterê Akademiya Kurdî

Dr. Najmaddin KARÎM

Serokê Akademiya Kurdî

Dr. Maruf Yılmaz

09.06-2+23

Written by

Related Posts

Akademîsyen û lêkolînerên sereke çawa li pirsa Kurd û Kurdistanê dinêrin? 1. Referansên Zanîngehan li ser kurdan û postkolonîyalîzm Ji mafên navneteweyî yên ku kurd bibin xwedî dewleteka serbixwe û naskirinê (Loqman, R., 2022/2023; Gunter. M., 2015; Panini, K.;...

läs mer

Akademîsyen

Akademîsyen û lêkolînerên sereke çawa li pirsa Kurd û Kurdistanê dinêrin? 1. Referansên Zanîngehan li ser kurdan û postkolonîyalîzm Ji mafên navneteweyî yên ku kurd bibin xwedî dewleteka serbixwe û naskirinê (Loqman, R., 2022/2023; Gunter. M., 2015; Panini, K.;...

läs mer

0 kommentarer

Skicka en kommentar

Din e-postadress kommer inte publiceras. Obligatoriska fält är märkta *