Lîteratûr

av | feb 22, 2026 | Lîteratur, Uncategorized | 0 Kommentarer

Karîna Osêyan

Nav bajarekî  Ewropayê

Xweş di baxçe de ez rûniştim

Mêrgên gulan reng bi reng in

Benî adem her bêdeng in

Keçek hat li vir sekinî

Dest û mil tev werkirî

Bi tirs û xof xwe dinêrî

Wek sofîke ku sûc kirî

Nanê tisî ji tûr derxist

Wek tîrekî dilê min xist

Ev nerm rûnişt xiniyatî kir

Kela girî li min zor kir

Çev bi tirsê wek xezalê

Divê hatiye ji Şengalê

Yan horî ye yan melek e

Yan jî keça Êzidî ye

Min got: tu Êzdîyî xûşka delal

Were ji min re bibe hevpar                                                

Me qedera te ji kû tê

Ev hêsirên te ji bo çi tê

Got: penaber im ji xana sorê

Dijmin di şev de girtiye dorê

Malbata min temam kûştin

Ez bêxweyî sêwî hiştim

Xûşkê rabe bes xem bike

Xwedê da min tek birek e

Em tev herin li ber ziyaretê

Bibin xûşk û birayên axretê

11.06.2025 Karîna Osêyan

Written by

Related Posts

Akademîsyen û lêkolînerên sereke çawa li pirsa Kurd û Kurdistanê dinêrin? 1. Referansên Zanîngehan li ser kurdan û postkolonîyalîzm Ji mafên navneteweyî yên ku kurd bibin xwedî dewleteka serbixwe û naskirinê (Loqman, R., 2022/2023; Gunter. M., 2015; Panini, K.;...

läs mer

Akademîsyen

0 kommentarer

Skicka en kommentar

Din e-postadress kommer inte publiceras. Obligatoriska fält är märkta *