SERSAXÎ

av | jun 11, 2025 | Çand, Uncategorized | 0 Kommentarer

PEYAMA AKADEMÎYA KURDÎ LI STOCKHOLM JI BO KERÎM ŞENGALÎ

Akademiya Kurdî li Stockholmê, li ser siyasetzan, rewşenbîr, pêşmergeyê rêbaza BARZANÎ û wezîrê navxweyî yê berê Kerîm Şengalî peyameka  sersaxiyê belav kir.

Wezîrê berê yê Kurdistana Federal Kerîm Şingalî koça dawiyê kir. Ew siyasetzan û şopdarê rêbaza Mele Mistafa BARZANÎ bû û di damezrandina “Qiyadeya Miwaqet” de rola rêbaza neteweyî ya Kerîm Şengalî, Mesud BARZANÎ, Idris BARZANÎ û Samî Evdilrehman pir e. Qiyadeya Miwaqet bi fermana serokê neteweyî nemir BARZANÎ hatibû damezrandin. Di sala 2005ê de Kerîm Şengalî li ser daxwaza Kurdistana Federal ji aliyê birêz Nêçîrvan BARZANÎ ve wek wezîrê navxweyî hat desthilatdarkirin.

Di sala 2009ê de jî, ji aliyê serokkomarê Iraqê Berhem Salîh ve di kabîneya şeşemîn de wek berê hat desthilatdarkirin.

Em hevparê  xemên malbata  Kerîm Şingalî ne û em sersaxiyê ji tevahiya neteweya kurd re dixwazin. Em sersaxîyê ji malbata Kerîm Şengalî, hezkirên wî û xwe hevparên xemên wan dibînin. Giyana wî şad û cihê wî bihuşt be. Akademîya Kurdî li Stockholmê xwe hevpara xemên malbata BARZANÎ dibîne. Em bi ser navê Akademîya Kurdî pir xemgîn in, ji malbata Kerîm Şengalî re sebrê dixwazin.

Akademiya Kurdî li Stockholmê

Sekreterê Akademiya Kurdî

Dr. Najmaddin KARÎM

Serokê Akademiya Kurdî

Dr. Maruf Yılmaz

09.06-2+23

Written by

Related Posts

Lîteratûr

Karîna Osêyan Nav bajarekî  Ewropayê Xweş di baxçe de ez rûniştim Mêrgên gulan reng bi reng in Benî adem her bêdeng in Keçek hat li vir sekinî Dest û mil tev werkirî Bi tirs û xof xwe dinêrî Wek sofîke ku sûc kirî Nanê tisî ji tûr derxist Wek tîrekî dilê min xist...

läs mer

Lîteratûr

Hevpeyvîn bi Helîm Yûsiv re Kovara Akademî / Maruf Yilmaz  -Helîm Yûsiv, hinek behsa xwe bike! Ji kerema xwe re tu dikarî bi devoka xwe tu hinek behsa xwe leyîkên xwe li gundê xwe bikî, behsa zaroktiya xwe bike. Zarok bi lîstikê fêrî ziman û tiştan dibin. Ma...

läs mer

Ekola Swêdê

Salên 1980î Rastîya Ekola Swêdê                                                     Ekola Swêdê, nivîskarên li Swêdê Sala 1980î  Malmisanij (1988: 16, 17) wisan neql dike: ” Ahmed Cantekîn, Ahmed Tigrîs, Brîndar, Firat Cewerî, Hesen Mizgîn, Kemal Burkay, Mahmud...

läs mer

0 kommentarer

Skicka en kommentar

Din e-postadress kommer inte publiceras. Obligatoriska fält är märkta *