Mîr Abdulrezaq Bedirxan û Kovara Kurdistan

av | apr 20, 2025 | Lîteratur, Uncategorized | 0 Kommentarer

Konê Reş

Mîr Abdulrezaq Bedirxan û Kovara Kurdistan Mîr Abdulrezaq Bedirxan kurê mîr Mihemed Necîb Paşa Bedirxan e. Mîr Abdulrezaq tê naskirin ji pêşengên dîplomatên kurd û yek ji rewşenbîrên bejin bilind di împeratoriya Osmanî de. Di sala 1906an de, digel mamê xwe mîr Alî Şamîl Paşa, Mihemed Axa, (Bavê Simko axayê Şikakî) û çend kesên din, li Stenbolê, bi gunehê kuştina Ridwan Paşa, serokê emniyeta Sultan Abulhemîd, hatine girtin û di encam de sirgûnî Afrîqyayê, bajarê Terablûsê bûne.. Di salên 1912 û 1913an de, wî û Simko Axayê Şikakî dibistanek kurdî, li bajarê Xoyê, bi alîkariya Rûsan vekirine û di eynê wan salan de, li Urmiyê kovarek bi navê (Kurdistan) weşandine. Di sala 1916an de, mîr Abdulrezaq Bedirxan, li Mûsilê hatiye girtin, bidarekirin û di goristana biyaniyan de hatiye veşartin. Kovara Kurdistan: Kovareke kurdî û tirkî bû, cihê weşandina wê li Urmiya bû, xwedî û berpirsyarê wê şehîd Mîr Ebdirezaq Bedirxan bû; hejmara (1) ê di sala 1912an de çap bûye; ya dawîn di sala 1914an de; di sala 1913an de piştî ku Mîr Ebdirezaq Bedirxan çûye Saint Petersborgê, Simko Axayê Şikakî bi berpirsyariya kovara (Kurdistan) rabûye.

Mîr Abdulrezaq Bedirxan û Kovara Kurdistan Mîr Abdulrezaq Bedirxan

Konê Reş, Qamişlo, 20.04.2025

Written by

Related Posts

Lîteratûr

Karîna Osêyan Nav bajarekî  Ewropayê Xweş di baxçe de ez rûniştim Mêrgên gulan reng bi reng in Benî adem her bêdeng in Keçek hat li vir sekinî Dest û mil tev werkirî Bi tirs û xof xwe dinêrî Wek sofîke ku sûc kirî Nanê tisî ji tûr derxist Wek tîrekî dilê min xist...

läs mer

SERSAXÎ

PEYAMA AKADEMÎYA KURDÎ LI STOCKHOLM JI BO KERÎM ŞENGALÎ Akademiya Kurdî li Stockholmê, li ser siyasetzan, rewşenbîr, pêşmergeyê rêbaza BARZANÎ û wezîrê navxweyî yê berê Kerîm Şengalî peyameka  sersaxiyê belav kir. Wezîrê berê yê Kurdistana Federal Kerîm Şingalî...

läs mer

Lîteratûr

Hevpeyvîn bi Helîm Yûsiv re Kovara Akademî / Maruf Yilmaz  -Helîm Yûsiv, hinek behsa xwe bike! Ji kerema xwe re tu dikarî bi devoka xwe tu hinek behsa xwe leyîkên xwe li gundê xwe bikî, behsa zaroktiya xwe bike. Zarok bi lîstikê fêrî ziman û tiştan dibin. Ma...

läs mer

0 kommentarer

Skicka en kommentar

Din e-postadress kommer inte publiceras. Obligatoriska fält är märkta *