Hevpeyvîn bi Helîm Yûsiv re

Kovara Akademî / Maruf Yilmaz
-Helîm Yûsiv, hinek behsa xwe bike! Ji kerema xwe re tu dikarî bi devoka xwe tu hinek behsa xwe leyîkên xwe li gundê xwe bikî, behsa zaroktiya xwe bike. Zarok bi lîstikê fêrî ziman û tiştan dibin. Ma lîstikên zarokan ji bo fêrbûna ziman girîng in? Lêkolîn nîşan didin ku lîstik ji bo pêşveçûna zarokan girîng e. Te çawa bi zarokên gundê xwe re dileyîst?
Ez li bajarê Amûdê jidayik bû me û min zarotiya xwe li wir derbaskir. Biçûkanî me xelkên Amûdê, xwe di ser xelkên gundan re didît û me digot em bajarî ne. Vê dawiyê, dema min bajarên mezin dîtin, min naskir ti cudayiyeke mezin di navbera bajarokê min Amûdê û gundekî de tune ye.
Zarokên Amûdê bi şûmiya xwe tên naskirin. Di zarotiya min de ji bilî dema çûna dibistanê, wekî din me hemû dema xwe bi lîstikan derbasdikir. Ji lîstina bi şepiyê, ku ev navê gokê an futbolê bû li cem me, hetanî bi nêçîra gambelekan.
Tu heta kîngê li gund mayî?
Ez heta nozdeh saliya xwe li Amûdê bûm. Min lîse an bekelorya qedand û ji bo xwendina zanîngehê ez çûm Helebê. Ew cara yekê bû ku demên dirêj li derveyî Amûdê dijîm.
Wê demê li gundê we lîstikên zarokan yên çawan hebûn?
Bi dehan lîstik hebûn. Yek ji wan çavgirtînkê yan jî xweveşartin. Zarokekî çavê xwe digirt û heta dehan dihejmart û yên din xwe vedişartin. Kî ewil bihata dîtin dibû dora wî.
Ya din jî beza li pey çivîkên rengînî bû, ku me ji wan re digot Gambelek. Gelek cureyên wan hebûn, mînak başoke, reşûspî, serbihinne. Herweha çikçikan û çipka terîsor. Me gambelek bi xefikan digirtin û ew bi periyekî gem dikirin, ji bo dev li me nekin. Nikilên wan gelekî tûj û mîna kêrê bûn.
Tu bi kîjan lîstikê herî zêde eleqedar bûyî? Mînak: veşartok, bazdanok, xar (leytika xar), beyan (leyistika Farqîniyan, nehtik, holik, Amed), Gogê (leyistika bi keviran), morî (li derve tê leyistin), nîsko… Lîstik ji bo her zarokekî /zarokeka kurd girîng e, tenê bi lîstikê zarok dikare hem jêhatîbûn û hem jî hestyarîya xwe pêş bixe.
Herî zêde min ji lîstina bi şepiyê, ya futbolê hez dikir. Di zarotiya xwe de min di tîmên futbolê yên herî baş yên Amûdê de lîstiye û min baş dizanîbû bilîzim.
Kovara Akademî -Te kîngê zanî ku tu dixwazî bibî nivîskar?
Min pir zû dest bi xwendina edebiyatê-wêjeyê kir, lê min dereng naskir ku ez êdî dikarim bibim nivîskar. Çûna min aber bi nîvisandinê de, ne ji bo wê yekê bû ku ez bibim nivîskar. Çûna min aber bi nîvisandinê de, mîna çûna mêrkujekî ber bi cihê ku kuştin lê kiribe bû. Mîna çûna nexweşekî penceşêrê ber bi morfînê ve bû, da ku êşa xwe ya giran û bê navber rawestîne (bisekinîne). Tiştekî weha ku mîna pêdiviyekê û bêhnfirehkirinekê bû. Destpêk weha bû. Vê dawiyê min dît gelek çîrokên nîvisandî li ber destê min kombûne. Min hinek ji wan hilbijartin û yekem car di bîst û çar saliya xwe de, yekem pirtûka xwe ya çîrokan bi sernavê “Mêrê avis“ derxist.
Kovara Akademî -Tu îlhamê ji ku distînî?
Nizanim. Îsal 38 sal di ser yekem çîroka ku min di rojnameyeke Sûriyê de belavkiribû derbas dibin. Ez dikarim ji te re piştrast bikim ku di van salên dirêj de rojekê ji rojan ez li nivîsandinê nageriya me û naçim ti deverên ku ilhamê bidin min. Hergav nîvisandin tê cem min, li deriyê min dixîne û dibêje vaye ez li vir im. Eger nîvisandin ji ber xwe ve neyê, bi salan be jî ez lê nagerim û naçim cem. Aramtirîn kêlîkên jiyana min ew in, gava ez nîvisandina pirtûkekê diqedînim û demekê bê nîvisandin dimînim.
Kovara Akademî -Ma cara ewilî, xwendina ku bi rastî bandor li we kir, tê bîra we?
Ji xwendinê wêdetir, bûyer û xirecira derûdora me ez bi xwe ve mijûl dikirim. Ti bûyerên taybet nayên bîra min, lê ew bombe û mayînên li ser sînorê navbera Serxet û Binxetê de bi xelkê de diteqiyan, serê min tevlihev kiribûn.
Bi teqandina wan mayînan re pirsên mezin bi perçeyên laşên mirovan re û bi pirîskên agir re di ezmanê serê min de belawela dibûn.
Ez wê gavê zarok bûm û ev pirs ji temenê min mestirbûn. Ev pirs li kêleka hin pirsên felsefî yên girêdayî mirinê û jiyanê, ez ajotim ber bi nîvisandinê ve.
Kovara Akademî -Tu dikarî hinek behsa rewşa Roavayê Kurdistanê bikî? Mînak: rewşa zimanê kurdî, dezgeh û saziyên ziman û çanda kurdan? Tu pêşî kîjan alfabeyê fêr bûyî? (Pirsa Alfabeyê ne pirsa rêziman e). Klasîkên kurdî bi devoka Botan hatine nivîsandin û ev bû bingeha Rêzimana Celadet Alî Bedirxan).
Li rojavayê Kurdistanê jî mîna deverên din yên Kurdistanê, kêra bişaftin û asîmîlasyonê gihiştibû hestî. Piştî sala 2012 an Rojavayê Kurdistanê derbasî qonaxeke nû bû. Di bin banê rêveberiya xweser de perwerdeya bi zimanê kurdî li dibistanan destpêkir. Lê heta niha rewşa siyasî û ya ewlekariyê li rojavayê Kurdistanê bi taybetî û li seranserê Sûriyê bi giştî rê nedaye ku ev perwerde bibe perwerdeyeke fermî û li gor qanûnên wî welatî bê bicihkirin. Lê tevî hemû astengiyan ew gavên ku hatine avêtin, gavên dîrokî ne û wê siberoja zimanê kurdî geştir bike.
Ji hêla dezgehan ve, ji bilî mînakekê yan diduyan, bi giştî kar pir qelse. Ne rewşa giştî rê dide ku dezgeh çalak bibin, ne jî birêveberiya deverê li vî karî germ e. Nexasim mijarên mîna şer û gefxwarinê û metirsiya êrîşên ji hêla dijminên derûdorê ve hemû di pêşiya vî karî de astengî ne.
Li Rojavayê kurdistanê ji derketina kovara Hawarê 1932 ve û heta niha tenê alfabêya latînî tê bikaranîn. Ji ber vê yekê ji destpêkê heta niha min her bi vê alfabêyê nîvisandiye. Ji ber ku ez bi erebî dizanim, ez dikarim berhemên kurdî yên bi alfabêya aramî yan erebî jî hatine nîvisandin, bixwînim.
Kovara Akademî -Romaneke postmodern çi pênase dike?
Pîvanên min yên nirxandina romanan xwe naspêrin teoriyên wêjeyê. Ez vê yekê bêhtir karê rexnegir û lêkolîneran dibînim. Ez bi rihê xwe berhemên wêjeyî dixwînim. Pîvana min deriyê rihê min e. Berhema astbilind û xweş bêyî li derî xîne derbas dibe û berhema astketî û nexweş li ber derî dimîne û ti hêz nikare wê derbasî rihê min bike. Pîvan li cem min ev e.
Çi tişt di romanên te yên Kurdî de tîpîk e ku wan ji romanên kurdî yên din cuda dike?
Tiştê ku romanên min ji hemû romanên kurdî û yên hemû cîhanê jî cuda dike, rîtma dengê mine ya ku ne wekî rîtma dengê ti romannivîsekî din yê dinyayê ye. Wisa jî siya rihê mine ya ku ne wekî siya rihê ti mirovî ye.
Çawa kesek telefonî te dike û bêyî navê xwe bibêje tu dizanî ew kiye û tu wî ji rîtma dengê wî nasdikî, wisa jî di wêjeyê de, ez dixwazim berhemên min wê rîtma taybet ya dengê min hilgirin. Ji ber vê, min tim guh daye dengê xwe yê hundirîn û zêde guh nadim dengên ku ji derve tên.
Taybetmendiyên romanên te çi ne?
Bi rastî ez nizanim li ser romanên xwe biaxivim. Ez ê bersiva vê pirsê bihêlim ji rexnegir, lêkolîner û xwendevanan re.
Çi taybetmendiya romaneke Kurdî ye? (Nivîskar ji bo nivîsandinê pêdivî bi ajotineka xurt û eleqeyeke xurt bi ziman heye).
Nasnama her romanê zimanê wê ye. Ji bo romana kurdî jî ev yek derbasdibe, taybetiya romana kurdî jî zimanê wê ye.
28.05.2025
Kovara Akademî / Maruf Yilmaz
Jînenîgarî
Li Amûdê (rojavayê Kurdistanê) – Sûriyê jidayikbû ye. Fakulta mafnasiyê, hiqûq, li zanîngeha Helebê qedandiye. Ji sala 2000 î ve li Elmanyayê dijî. Xelata romana kurdî di sala 2015 an de wergirt. Xelat ji hêla weşanxana Endêşe ve li Silêmaniyê – Kurdistana iraqê hate dayîn. Pirtûkên wî ev in:
Roman
- Sobarto 1999 – Tirsa bê diran 2006 – Gava ku masî tî dibin 2008 – 99 morîkên belavbûyî 2015 – Wehşê di hundirê min de 2018 – Firîna bi baskên şikestî 2019
Çîrok
- Mêrê avis 1991 – Jinên qatên bilind 1995 – Mirî ranazin 1996 – Memê bê Zîn 2003 – Auslander beg 2011 – Mêrê ku li teriya xwe digere-Serdema Qazîmazî 2021.
Lêkolîn
- Romana kurdî – kurmancî û zazakî- panoramayeke giştî. Ji 1930 heta 2010 – sala 2011 hatiye weşandin
Gotar
- Agirê ku bi mala me ketiye – gotar û nivîs – 2023
Hevpeyvîn
- Ez lawê duhezar û şeşsed sal ji tozê me – 40 hevpeyvîn – 2023
Şano
- Komara dînan – 6 lîstikên şano – 2022
Şanogeriyên wî ku hatine lîztin :
- Komara dînan (Şermola) 1998: Ev şano ji çîroka komara dînan ji pirtûka Mirî ranazin hatiye girtin. Li Stenbolê ji hêla “Teyatra jiyana nû” ve hate lîstin. Li gelek bajarên Kurdistanê, Turkiyê û Ewrupayê hate pêşkêşkirin. Şano di gelek televizyonên kurdan de derket û wekî DVD hate belavkirin.
- Bidarvekirina pozekî – Monodrama 2001: Ev şano ji çîrokeke bi heman navî ji pirtûka “Jinên qatên bilind” hatiye girtin. Yekem car di mihrecana şanoya kurdî de, li Berlînê sala 2001, hat pêşkêşkirin.
- Sol û serî – komedya civakî 2007: Ev şano ji çîrokeke bi heman navî ji pirtûka “ Memê bê Zîn” hatiye girtin. Ji hêla koma Avesta ya şanogeriyê ve li Amedê sala 2007 an hate pêşkêşkirin.
- Mezintirîn rawestgeha tirênan ya cîhanê 2018: Ev şano ji hêla koma şanogeriyê ya bajarê Wuppertal “Wupperspuren” ve sala 2018, bi zimanê elmanî, hat pêşkêşkirin.
Werger
Bi lihevkirina bi Gothe institut-Istanbul re, sê pirtûkên zarokan ji elmanî bo kurdî wergerandin. Her sê pirtûk ji nav weşanên illetişim li Turkiyê derketin:
- Xiltê biçûk – Werder Holzwarth 2011
- Werdek, mirin û kulîka nîsanê – Wolf Elbruch 2011
- Hemû werdekên wî – Christian Duda 2012
Rojname û Kovar
Edîtoriya kovara „Dîwar“ ya çandî, wêjeyî kir ku bi kurdî li Elmanyayê di sala 2013 de derket. Herweha di birêveberiya gelek kovarên kurdî û erebî de cih girt, ji wan „Pêl“, „Orkêş“ û „Ewraq“. Bi salan di rojnameyên kurdî re qunciknivîsî kir, ji wan „Rûdaw“ ku li Hewlêrê derdiket, “Pîne” û „Azadiya welat“ ku li Amedê dediket û ji „Kurdistanî nûy“ re ku li Silêmaniyê derdiket. Herweha hîn di „diyarnamê“ de ku di internetê de weşanan xwe dike, berdewam dike.
Televizyon
Di televizyonên kurdî yên satelît de, ku li Ewrupayê weşana xwe dikirin, yên mîna MezopotamyaTV, MedyaTV, RojTV, ji sala 2000 î heta 2011 bernameyeke wêjeyî bi navê „Gava sêyemîn“ ji bo danasîn û nirxandina berhemên wêjeya kurdî amade û pêşkêşkir. Ji sala 2011 an heta 2020 heman bername bi navê „Deriyê din“ berdewamkir.
Lêkolînên li ser berhemên wî:
Pirtûk bi zimanê erebî:
- Tecrubeyên nû di çîroka sûrî de, cîhana Helîm Yûsiv ya Expressionist. Rexnegir Muhamad Muhyedîn Mîno. Ji nav weşanên Mulhim, Hums- Sûriyê 2004
- Jînanîgariya cihekî talankirî, lêkolîneke şîroveyî, rexneyî li ser romana Sobarto. Rexnegir Mesûd Hasan, Dimeşq – Sûriyê 2006
- Ravekirina sembolan di romanên Helîm Yûsiv de – Rêber Hebûn , çapa Ewrupayê-Elmanya 2021.
Bi zimanê kurdî:
- Sûretê piştê – barê mêtingeriyê di anatemîya edebî ya Helîm Yûsiv de- , Lêkolîn, Ferzan Şêr e. 2021 ji nav weşanên Peywend derket.
Lêkolîn bi zimanê erebî:
Vebêjî ya destpêkirinê di çîroka kurdî ya nûjen de, bikaranîna bi metirsî ya xeyalkirinê, ya lêkolîner Ibrahîm Mehmûd 2010.
Dosye kovara Wyê ku li Amedê derdiket. Hejmar 7, sal 2005. Hejmareke berbiçav ji nivîskarên kurd li ser berhemên Helîm Yûsiv nîvisandin. Dosye bi vê manşêtê belav bû:“Helîm Yûsiv, nivîskarê ku qonaxan dişewitîne“.
Wergerandina zimanan
Heta niha pirtûkên wî ji bilî kurdî bi erebî, tirkî, farisî, elmanî, ingilîzî û îtalî derketine.
28.05.2025
Dawî
0 kommentarer