Hevpeyvîn

av | feb 2, 2025 | Çand | 0 Kommentarer

Beşa 1ê
Kovara Akademî

-Kek Berzan Kockaya hinek behsa xwe bike?

-Ez Berzan Kockaya me û 1996ê de li Licê qazaya Amedê ji dayika xwe bûme, di sala 1984ê de hatim Swêdê û serokê Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê me.
Kovara Akademî
-Tu warê bav û kalikên xwe, nasnameya xwe ya orîjînal çawa şirove dikî? Tu dikarî kokên xwe yên eslê xwe vebibêjî?

-Bavê min Seydayê Mele Behrî dilsozê serokê Nemir Mele Mistafa BARZANî bû û di nav gelê Kurd de wek BARZANCî dihat naskirin. Mele Behrî endamê pêşîn yê Partiya Demokrata Kurdistana Tirkiyê bû û bi siyasetzan Seîd Elçî re bi hawayekî çalak beşdarî xwepênîşandanên (mitîng) salên 1960î (1967) bû. Di sala 1967ê de di xwepênîşandanên Sivêrek û Dersimê de çalakvan. Mele Behrî helbestvan bû û berhema Seydayê Tirêj ji tîpên erebî a helbestan vegerand kurmanjî. Kalikê min Hesenê Kockaya, çûbû li eskeriyê, leşkeriya Tirk dikir ji bo ku ji Lîcê bû rastê neheqîyan hat û di wê demê de ji ber mijara Şex Seîd û kurdayetiya wî, wî kuştin. Mînak bavê min di 12ê îluna 1980î de pir dijwarî kişand. Bi gotineke din, piştina hatina cunta 1980î, bavê min name û hemû nivîsan li piştî Şîroyê, di nav şikeftê de veşartibû. Mînak, hinek xortên Lîciyan bi fikirên çeptiyê ew name û nivîsan şewitandin û got: “ Me arşiva Mele Behri BARZANCî şewitandin…” Gava kalê min hat kuştin du zarokên wî yên piçûk hebûn. Yek jê kur bû û ya din keç bû. Gava ku kalê min çû ser dilovaniya xwe, meta zarokan her du zarokan xwedî kir. Navê meta wan Xerîye Xanim bû û ew bixwe neteweyî dihizrî. Li Lîcê û dora wê weke jineka alîm dihat naskirin. Xerîye Xanim di wexta xwe de zimanê kurdî (kurmanjî/soranî), erebî, farisî û osmanî dikaribû bixwîne û binivîse. Di destpêkê de dersa kurdî û erebî fêrî rehmetî bavê min dikir. Di pey wextekê de meta bavê min nameyeke bi kurdî da rehmetî bavê min û wî şiyand Xunisê MEDRESA MALBATA ŞEX SEÎD EFENDÎ û li wir dersa olî ya bi kurdî perwerde bû. Li wir di Medresê de dersa kurdî û erebî li ser mijara felsefe û dîrokê dida xwendekarên xwe. Diyaloga bavê min û katibê Şêx Seîd Fehmî Bîlal li ser mijara neteweyî bû. Gava bavê min di Xunisê de bû Fehmî Bîlal ji bavê min re name û hin nivîsên xwe dişîyand. Bavê min li mala me behsa Şêx Seîd û xayinên kurdan dikir, digot Qasim, sixur, xayîn û di destpêkê de bi Mistefa Kemal re bû.
21.01-2025
Kovara Akademî

Written by

Related Posts

SERSAXÎ

PEYAMA AKADEMÎYA KURDÎ LI STOCKHOLM JI BO KERÎM ŞENGALÎ Akademiya Kurdî li Stockholmê, li ser siyasetzan, rewşenbîr, pêşmergeyê rêbaza BARZANÎ û wezîrê navxweyî yê berê Kerîm Şengalî peyameka  sersaxiyê belav kir. Wezîrê berê yê Kurdistana Federal Kerîm Şingalî...

läs mer

Lîteratûr

Hevpeyvîn bi Helîm Yûsiv re Kovara Akademî / Maruf Yilmaz  -Helîm Yûsiv, hinek behsa xwe bike! Ji kerema xwe re tu dikarî bi devoka xwe tu hinek behsa xwe leyîkên xwe li gundê xwe bikî, behsa zaroktiya xwe bike. Zarok bi lîstikê fêrî ziman û tiştan dibin. Ma...

läs mer

0 kommentarer

Skicka en kommentar

Din e-postadress kommer inte publiceras. Obligatoriska fält är märkta *