Dewlet dikare bibe dojehek an bihuşteka hevwelatîyên xwe

av | mar 9, 2025 | Uncategorized | 0 Kommentarer

Maruf Yilmaz, Dr. lêkolîner û mamoste

Dewlet dikare bibe dojehek an bihuşteka hevwelatîyên xwe
Li gorî min, divê kurd mentalîta xwe û sîyaseta xwe biguherînin ji bo ku ew bikaribin jîyaneka baştir bibînin û bijîn. Ji bo kurdan jîyaneka bextewar, aram, bê êş û tirs pêwîst e û tenê jîyaneka wisan mirovahîyê diafirîne.
Kurd ji hev çi dixwazin?
Tirkîye û aqilmendên wê li ser kurdan teorîyên çawan çêdikin?
Di derbarê sîyaseta kurd de zanyarîyeka rast heye?
Ma ramana giştî ya kurdan heye an mijareka îdeolojîk e?
Hûn dikarin kîjan faktora herî mezin derbixînin holê ku ew faktor bandorê li ramana we dike?

Zanîn çawa tê bidestxistin? Rastî çawa ye?
Em çawan dikarin di derbarê Partîyên Bakur de zanyarîyên pêbawer bidest bixin?
Pirsgirêka exlaqî bi rastî çi ye? Etîk çi ye?
(Ez bersîva hemû pirsan nadim ji bo bibe mijara lêkolînê).

9.1 Armanca nivîsarê
Armanca nivîsara min ew e ku ez di sîyaseta bakurê Kurdistanê de zanyarîyên konkret bigihîjim civakên kurd. Zanîn armanc e.
9.2 Teorî û Têgehên Zanistî Yên Cûda
Di derbara dewletê de teorî û têgehên zanistî yên cûda hene. Primordîyalîzm an essentîyalîzm tê wateya ku mirov bi nasnameya xwe ji dayîka xwe dibe. Kok û eslê mirovî/ê wekî xwe dimîne û nayê guhertin (Wikström 2009: 12 – 21). Lê peyva konstruktîzmê tê wateya ku kok û eslê mirovî/ê wekî xwe namîne û mirov tim diguhere.
Platon di pirtûka xwe ya bi navê ”politheia” de behsa rêveberîya dewletê û rola feylezofan dike. Arîstoteles di pirtûka xwe ya bi navê ”Poliika” de bi pirsgirêka dewletê ve mijûl dibe, destûr û qanûnên wê amade dike. Demokrasî sira çareserkirî ya makezagonan e…

”Ger dê hebûya me padîşahey,
Laiq bidîya Xudê kulahek,
Teyîn bibûya ji bo wî textek,
Zahir ve dibû ji bo me bextek,
Hasil bibûya ji bo wî tacek,
Elbette dibû mej î rewacek,
…” (Shakely, 1983: 61).

” Ger dê hebûya mej î xudanek
Alî keremek, lefîk danek,
Ulm û huner û kemal û ezan,
Şêr û xezal û kitab û dîwan,
Ev cins biba lik ba wî me´mûl,
Min dê elma kilamênmewzun,
A´lî bikira li banêngerdûn,
Bi navê ruhê Melê Cizîrî,
Pê hê bikira Elî Herirî,
Keyfek dê bida Feqê Teyran,
Heta ba ebed bima heyran…”

”Ger dê hebûya me itfaqek,
Vêkra bikira me inqîyadek,
Tekmîl dikir me dîn û dewlet,
Tehsîl dikir me elm û hukmet,
Te´mir dibûn, ji hev miqalet,
Mumtaz dibûn xudan kemalet…”
(KURDO, Q. 1983: 13, 113, XANÎ ”Mem û Zîn”…)

Dîtina min,
Di Mem û Zîna Ahmedê Xanî de kevneşopîya kurdî, ola kevnar, adet, efsane, mîrata çandî, nîjad, ziman, cejn, lehengên neteweyî yên kurdan pir kêm in an têde tune ne. Em vebigerin ser mîrasa Ferdousî û berhema wî ’Shahname” bidin ber Mem û Zîna Ahmedê Xanî.
Mîrasa Ferdousî ya efsaneyên neteweyî yên Farsî ji çanda erebî cûda dike, A. Xanî ne wisan e, ew di bin bandora çanda îslamê de maye û wê bihêztir dike.
1.Di Şahnameyê de peyvên erebî tune ne (pir kêm in) û yekem nimûneya tekstî ya zimanê farisî yê vejînê ye. Yekem, bi girêdana Farisa kevnar a berîya îslamê û îro, xwest ku xwe ji cîhana erebên Semîtîkî cûda bike.
2.Hevdîtinên çandî yên Îranê bi cîhana ereb û gelên tirk re rûbirûbûne û zirareke mezin daye çanda gelên Îranê. Ya duhemîn jî bi nîşandana Ferdousî wekï kesayetekî dij-ereb.

  1. Şahname di eslê xwe de metneke laîk e û bi awayekî nerasterast an rasterast dijberîya Îslamê, civakên Îslamî û/an Ereban dike. Ji ber ku îslam dixwaze çanda farisî tune bike.

Edebîyata Destanî di formulekirin û parastina nasnameyên neteweî û çand de xwedî roleka herî sereke ye. Di Mem û Zîna Ahmedê Xanî de kevneşopîya kurdî, mîrata olî ya Êzdîyan, ola kevnar, Zardeşt, Avesta, adet, efsane, mîrata çandî, nijad, ziman, cejn, lehengên neteweyî, şah an keyayên Med / keyayên kevnar, ayîn, reh, esl, efsane ol û eslê kurdan pir kêm in an tune ne. A. Xanî behsa meha Adarê, cejna bihar dike, lê ev nabe bingeha neteweperestîya netewe-dewletê û avakirina wê.
Ahmedê Xanî ji kurdan gazinan dike; sedema sereke ya van gazinan ew e ku Kurd nikarin dewleteka serbixwe û xurt avabikin û nikarin gelên din bikin kole, xulam û xizmetkarên xwe. Ehmedê Xanî dipirse çima Kurd tevî taybetmendîyên xwe nabin da ku dewleteka kurdî avabikin. Gava ku Ahmedî Xanî kurd û gelên dide ber hev, heqaretê li gelên din û nirxên wan dike, ji ber ku wan kurdan kirine xulam û koleyên xwe. Ahmedê XANÎ destana xwe ya Mem û Zînê li ser çîroka gelêrî ya Memê ALAN avakirîye û gotîye ku di Mem û Zïna wî de tenê ew ê hebe û ji kesekî din re malzemeyek negirtîye. XANÎ bi gelek awayan xwest ku kurdan ji dîroka xwe û girîngîya zimanê kurdî bihesibîne, da ku xwe wek miletekî serbixwe bibînin û wek gelên din li şûna bindestîyê bibin xwedî dewleta xwe. Ez vebigerim dîtina Lezengberg, M. ku pir balkêş e. Di Mem û Zîn a Xanî de romantîzma neteweyî ya avakirina dewletekê kêm e (Leezenberg, 2014). Hê di dema Antîka yewnanî de fîlozofên mezin, Platon, Arîstoteles û Sokrates hebûna dewletê pêwîst didîtin. Romantîzma neteweyî îfadeya hunerî ya neteweperwerîyê ye, wekî şaxeka neteweperest a romantîzmê ye. Divê taybetmendîya Mem û Zînê parastina malzemeyên resen be, wek mînak, bi kevirê xwezayî, dîrok, Ezidî, Med û bilindbûna neteweya kurd, tevgera estetîk, ji nû ve girêdana xwe bi neteweyê re be. Bi gotineka din romantîzma neteweyî, bi wateya giştî, helwêsta ku dixwaze ji nû ve bi neteweyeka xwe ve girêdayî be.
A. Xanî ji ”Dewleta Kurdî” zêdetir Îslam û çanda îslamê diparêze, lê Ferdousî çanda Îran, efsane, navên Îrana kevnar û cejnên neteweya xwe bi hawayekî hunerî hanî rojevê û neteweya xwe pê bilindtir kir.
Lêkolînerên kurd kopîya yên tirk in. Di derbara Ahmedê Xanî de jî pêwîstîyên xwendekarên kurd bi teorîyên nû heye.
Teorîyên George Herbert Mead (1974: 26-27) yên întersubjektîvîteyê (navsubjektîvîte), objekt û subjektê dikarin ji bo danasîna nasnameya şexsî û nasnameya kolektîf a bi dewleta neteweyî ve bên bikaranîn. Ligorî Mead întersubjektivîtet tê wateya ku ”ezbûn” (xwebûn) dabeş dibe û ezbûn di ya/yê din de heye.Yanî mirov dikeve bin bandora civakê/kesên din. Di întersubjektîvîteyê de bi alîkarîya zimanî, ezbûn, zanyarînên xwe diguhêze.
Berkirde (objekt) ew dîyardeyek e ku jê re wate tê binavkirin, lê kirde dîyardeyek e ku bi xwe-ramankirina wateyê dide xwe û çalak e.
Wek kirde, ferd xwe di çarçoveyeke ku di refleksa mijarê de bi heman rengî tê pênasekirin, xwe dide dîtin” (Janson 1975: 26-27). Yilmaz, Maruf 2015: 26-27.

Hacî Kadirê Koyî ku jîyana xwe li Stenbolê bi Bedirxanîyan re derbas kir, li cem vê malbatê Mem û Zîn a Ahmedê Xanî jî xwend. Di warê nîşandana bandora Xanî ya li ser wî girîng e. Lê hizra Xanî ya ji holê rakirina eşîrtîyê heye, ku ew jêdera bextreşîya gelê Kurd dibîne. Alakom 1998: 88 yek bav û sembola neteweperstîya kurd H. K. Koyî dibîne û nirxandinên wî yên wiha hatin kirin.
Hegel (2012) ji dewlet dest pe dike û mirov dike dewleta subjektê; demokrasî xwe dispre mirov û dewletê dike mirova/mirovê objekt. Çawan ku ol mirovan naafirîne, lê mirov olê diafirînin, makezagona ku gel/xelq naafirine, lê gel/xelq makezagonan diafirîne, rastîyeka dîyar e. Demorasî ji hinek alîyan ve bi hemû şeklên dewletê ve girêdayî ye, ji ber vê yekê demokrasî cewhera her makezagonekê ye. Hegel wisan dinivîsîne: “Tenê di dewletê de mirov xwedî hebûneke aqilane ye…”
Nozick (2001) dinivîsîne û dibêje: “Azadîya xwe bi xwe hilbijêre…, rêya azadîya xwe bixwe hilbijêre.”
Li gorî Rawls (1999: 9 – 14) prensîba yekem hewce dike ku hemû mirov xwedîyê heman maf û berpirsîyarîyên bingehîn bin. Ya duyemîn, ku jê re tê gotin prensîba cûdabûnê, tê vê wateyê ku cûdahîyên aborî û civakî têne pejirandin û xwezayî ne.
Martin Heidegger (1996) nasname wekî mîrasa zimanekî dibîne. Ew fenomenoloj e. Fenomenolojî dixwaze tiştê ku wekî xwe xuya dike dîyar bike.
Platon di pirtûka xwe ya bi navê ”politheia” de behsa rêveberîya dewletê û rola feylezofan dike. Arîstoteles di xebata xwe ya bi navê ”Poliika” de bi pirsgirêka dewletê ve mijûl dibe û destûr û qanûnên Atînayê amade dike. Li gorî Arîstoteles, mirov heywanekî sîyasî ye. Di pergala ramanê ya metafizîkî ya Hegel de dewlet erêkirina aqilê xwedayî ye. Esasê maddeyê giranîya wê bixwe ye û êsasê mirovî/ê azadîya wî /wê ye. Dewleta tirk ji bo kurdên Bakur ku xwe înkar nakin dojeheka veşartî ye.
Bi dîtina min, pirsgirêka dewletê, pirsgirêka gelên cîhanê ye. Pirsgirêkeke dîrokî ye. Tê zanîn ku Feylesof Noam Chomsky, alim û zanistên cîhanê li ser mijara dewletê dixebitin û di pirtûkên xwe de jî dinivîsînin.
Abdulah Ocalan di mijara dewletê de li hemberî ramanên Noam Chomsky Engels û Marks e. Ew avakirina dewleta Kurdistanê red dike. Tu têkilîya vê redkirinê bi zanistîyê re nî ne. Tirkîye jî avakirina “Dewleta Kurd” red dike. Feylesof, Prof. Noam Chomsky serxwebûna Kurdistanê rast û pêwîst dibîne.
Abdullah Ocalan, Epikuros Platon, Sokrates, Aristoteles, Hegel, Marks, Engels û zanistên cîhanê jî nas nake. Mijara dewletê her dem di felsefeyê de bûye beşeka girîngtirîn. Di dîrokê de ji alîyê feylesofên navdar ve mijara dewletê hatîye gotûbêjkirin, mînak: Platon, Arîstoteles, Machiavelli, Immanuel Kant, Karl Marx, Hegel, John Locke, Thomas Hobbes…
Platon dibin bandora Sokrates, Aristofanes û gelekî fîlozofên din maye, lê wî teorîyên xwe avakirîye.
Machiavelli (1469-1527) di pirtûka xwe ya bi navê ”Prince” de dinivîsîne û dibêje: ”koletîya sîyasî bi çi awayî dibe bila bibe, divê destûr neyê neyê pejirandin.’
Di despêkê de Abdullah Ocalan ketibû bin bandora Frantz Fanon bû ji ber vê bandorê serxwebûna Kurdistanê pejirand, lê piştî dîlkirina wî ket bin bandora teorîya Pierre Joseph Proudhon. Ocalan û PKK anarşîst in. Anarşîzm bi eslê xwe ji peyva Yewnanî ya ku tê wateya ”ne-hikûmetê” bi tevlihevî û kaosê ve girêdayî ye. Pierre Joseph Proudhon (1809-1865) yek ji anarşîstên pêşîn bû. Ji bo wî, anarşîzma anarşîst tê wateya civakekê ku tê de mirov bêyî hukûmet, padîşah, împarator an dêrê dijîyan. Michail Bakunin (1814-1876) çîna xwe ya aristanîyê terikand û bû şoreşger. Li gorî wî Xwedê û ol amûrek bû ku dewlet ji bo xapandina mirovan bikar tîne. Pyotr Alekseevit Kropotkin (1842-1921) di çarçoveya sosyalîstîyê de jî li dijî hemû desthilatdarî, serokatî û dewletê bû. Ew li Rûsyayê dijîya û wî Manîfestoya Komûnîst, pirtûka Karl Marx û Friedrich Engels wergerand ji bo zimanê rûsî û ew pê navdartir bû.
Martha Bussbaum damezranêra teorîya dadmendîya gerdûnî ya kapasîteyê ye. Perspektîfa kapasîteya Nasbaumê li ser nêrîneka Arîstotelesî ya li ser mirovan ava bûye.
Li gorî Marcus Tullius Cicero (1o6-43) dewlet ji gel pê ve ne tiştekî din e. Dewlet tevahîya gel e.
Montesquieu dewletê wek avahîyekê dihesibîne û destnîşan dike ku dewlet tevahîya rastîya civakê ye. Lê li gorî Jean Bodin (1530-1596) dewlet ji gelekî malbat û berjewendîyên hevpar pêktê û hêzeka hevpar e.
Karl Marx mirovekî zanist bû û di perwerdeya Swêdî de cihê wî girîng e. Dîroknûsîyeka materyalîst ya ku teknolojî û têkoşîna çînî nîşan dide. Armanc ew e ku di civakê de zilm û zordarîya mecbûrîyetê nemîne û mirov ji zilmê azad bibe. Gava ku ez behsa Marxîzmê dikim, hin nav tên bîra min:
Antonio Gramsci, George Lukács, Jean-Paul Satre… Louis Althusser, Max Horkheimer, Theodor Adorno, Herbert Marcuse, …
Parlemento li Swêdê meclîsa herî bilind a biryardanê ye. Karên parlemento biryardana li ser qanûnên cûda û budceya dewletê ye. Dewleta Swêdî lênêrîna zarok, kal / pîr seqet, av û kanalîzasyon çi baştirîn be, wê dike. Dewleta Swêdê bi tevahî ji bo jîyaneka baştirîn dixebite. Swêd di cîhanê de di warê laîkbûn, azadîya takeskesî/takekesê, azadîya olî, cihêrengîya olî, lênêrîna kal û pîran, lênihêrîna nexweşan li nexweşxaneyan, mafên mirovan, mafên perwerdehîya kêmneteweyan de ya herî baştirîn e.
Fîlozof û zanayên bîyanî
Prof. Noam CHOMSKY dinivîse, dibêje: ”rewşenbîr ew in ku di rewşekê de derew, sedem, plan û armancên veşartî yên dujminên xelqê eşkere dikin û anaîze dikin ji bo bikaribin plana dujminên xwe têkbidin…” Feylesof, Prof. Slavoj ZIZEK jî li dijî terorîzma dewleta tirk û dashê dûnyayê dihejîne û piştevanîya kurdan dike. Ez / Maruf YILMAZ bixwe li dijî hemû metodên zilm û zorê de me.
Sigmund Freud (2007) û di derbara xem û tirsê de wekî hev dihizre û dibêje: “xem û tirs piştre dibe xofeke mezin…”
Hajrudin Somun (Bosnayî): ”tenê çîya dostên kurdan e…”
Stephen Mansfield (nivîskarekî Amerîkayî): ”Ez serxwebûna Kurdistanê dixwazim…”
Michel Foucalt (1993:37, 148) qala hizra navbera zanyarî û zanînê dike. Foucaul îdîa dike ku hêz an qawet zanînê çêdike. Desthilatdarî ne tiştek e, hawayê desthilatdarîyê girîngtir e.
Prof. Howard Gardner e (1999) behsa ”zeka” û zîrekîyê dike. Li gorî wî ew kesê/kesa ku ji xwe haydar e û ew aqilê xwe bikartîne.
Prof. Pierre BOURDIEU di dema xwe de dûnyayê dihejand û şoreşa hizrî çêkir. Bi dîtina min kurdên Bakur nikaribin bibin Aristoteles, Platon, Sokrates, Kant, Hegel, Homeros, James Joyce, Nietzsche, Shakespeare…
Prof. Martin HEIDEGGER (1996) behsa mîrasa çand û rola wê ji bo avakirina nasnameyê dike.
Prof. Êmile DURKHEÎM giranîya xwe dide ser teorîya funksîyonalîzmê ku ew civakê mîna organîzê dibîne û divê mirov ji teorîya wî sûd werbigire ji bo têgîna yekitîya neteweyî.
Prof. George Herbert MEAD behsa întersubjektê dike û li gorî vê teorîyê ezbûm dikare bi kesên din re parve bibe; bibe întersubjekt. Takekesên civakê ew in ku ew sembolan şîrove dikin û di pêvajoyeke şîrovekirinê de ne, zarok kesayetîyê biafirîne. Prof. Goffman (1982) giranîya xwe didin ser înteraksîyonîzmê. Ew sosyalmedyayê wekî lîstika şanogêrîyê dibîne û mirov temaşevanên wê lîstikê ne. Li gorî Goffman (1992: 39-102, 147), ”ezbûn” bi rêya veguhertina înterasîyonîzmê xwe ve vediguherîne û tê guhertin.
Buckingham (1993) jî, di derbara sosyalmedyayê de lêkolîn çêkir. Li gorî dîtina wî sosyalmedya bandora xwe li ser dersxaneyên mamosteyan jî dike.
Charles Darwîn bawer kir ku mirov beşek ji cîhana heywanan (ajel) e û mîna cureyên din pêşveçû ye. Li gorî Darwîn mirovên ku ji guherinê re vekirî bin, ew dimînin, tevdigerin û dijîn. Yanî yên ku xwe neguherînin dimirin, bisernakevin, wenda dibin.
Fîlozof Julian Huxley (1957) dibêje: ”mirovê/a niha dimîne, lê ji cewhera xwe mirovahîya nû vedigire…” Li gorî wî, mirovên dema niha reben, belengaz in û divê ew ji kirasên xwe derbikevin.
Profesor Dr.Anders Sandberg teza doktorîya xwe ya komputernasîyê li Universiteta Stockholmê wergirt û niha li ”Unîversîta”Oxford”ê kar dike. Ew jî behsa jîyaneke baştirîn dike û li gorî gengaz e. Êdî mirovahî kesên nezan, cahîl û ehmeqên sîyasî naxwaze. Divê em giranîya xwe dide ser teknolojîya nû jîyaneka xweş.
10.4 Xebatên zanistî yên li ser Kurdan
Zanista ku di lêkolînê de hat pêşkêş kirin bû sedem ku kurd bi hebûna xwe hesîyan. Em hemû kesên lêkolîner bi xebatên zanistî yên Aleksandr JABA, Maurizio GARZONÎ û Vladimir Fjodorovitj MÎNORSKÎ û Basil NÎKÎTÎN serbilind in.
Em çawan rastîyê têdigihîjin? Ji hindavê re dibêjin
Em çawan dikarin derbarê vê mijarê de Minorsky, V. (1992). A. Socın, 1890; A. Von Le Coq; Alexsandr Jaba, 1860, Chyet, 1991; Hugo MAKAS, 1926; Î. N. BEREZÎN, 1842; Marr 1894; Prym 1887; Roger Lescot, 1942; Margarîta RÛDÊNKO; V. PARSAMYAN; Musaelyan J. S., 1978; Basil NÎKÎTÎN; Lorenzo Hervas PANDURO, 1735 – 1809; Prof. Dr. Salomon EGAIAZAROV di sala 1891ê de xebatên wî yên etnografîk li Erêvanê hatin weşandin.
Em çawan dıkarin rastîyê bizanibin?
Rastî kuderê heye?
Prof. Qanatê KURDO (1990: 8) girîngîya ”Kurdnasên Rûsan L. Zahurskî, S. A Eriazarov û A. Jaba dinivîse û dibêj: ”Zimanê kurdî zimanekî serbixwe îspat dikin.” Ev karê rewşenbîran e.

9.3. Rola Neteweyên Yekbûyî û Yekitîya Ewropayê
Neteweyên Yekbûyî bijartîye ku ji xwe ji nakokîyên girêdayî serxwebûna dewleta Kurdistanê dûr bigire. Lê NY bi mafên kurdan li Tirkîyê diparêze û ji bo baştirkirina rewşa kurdan û kêmneteweyên Tirkîyê dixebıte. NY ji bo ewlekarîya kurdan li bakurê Iraqê jî dixebite. Tiştê herî bala min dikişîne ev e ku di NY de nûnêrê/nûnêra kurdan tune ye, lê yê/ya filîstînê heye.
Divê Kurdistan û hebûna kurdan nas bike. YE, NY û hemû cîhan dikarin ji ya ‘iro zêdetir piştgirïya kurdan bikin. Kurd di sosyalmedyayê de Kurdistana Mezin avadikin. Lê pêşnîyara min ev e li her beşeka Kurdistanê ji hundir Yekitîyeka Neteweyî pêk were û li her beşeka Kurdıstanê 2 nûnêr (jinek û mêrek) bên hilbijartin ji bo NY. Gava ku li her çar beşên Kurdistanê nûnêrên partîyên kurd hatin hilbijartin, hingê dikarin bi biryareka hevbeş nûnêrekî/ê ji bo NY pêşnîyar bikin û yek bibe nûnêrê/nûnêra hemû beşên Kurdistanê li NY.
Çawa dibe ku Kurdistana Iraqê otonomî bi dest xist, lê kurdên li Tirkîyê
biserneketin? Sedem dikare çi be? ”Kurdistan ji sala 1992an ve bû herêmeke serbixwe”
Piştî bidawîhatina Şerê Kendavê di sala 1991ê de, Neteweyên Yekbûyî û hevalbendên wê ji bo parastina kurdên başur ”herêmeka ewle” avakirin û li vê herêmê firîna balafiran hat qedexekirin. Navê herêma azad bû ”Herêma Kurdistanê”. Kurdistan ji sala 1992an ve bû herêmeke serbixwe û li herêmê pêşketinên nû çêbûne. Neteweyên Yekbûyî, Yekitîya Ewropa, Amerîka û hêzên peymana navdewletî, herêmeka serbixwe û azad avakirin.
kurd gihîştine mafên xwe yên neteweyî. Partîyên sîyasî behsa “Kongreya Neteweyî” dikin, berî wê pêwîste li her beşeka Kurdistanê Yekitîyeka Neteweyî pêk were û 2 nûnêr (jinek û mêrek) bên hilbijartin ji bo komîteya hevbeş ya hemû beşan. Gava ku li her çar beşên Kurdistanê nûnêrên partîyên kurd hatin hilbijartin, hingê ew dikarin biryareka hevbeş bidin ji bo “Konferensa Neteweyî” û dûvre dikarin biryara Kongreya Neteweyî li Konferensê werbigirin.
Feylesof Êmile Durkheîm takekesan bi civakê re girêdide û ew civakê mîna organîzê dibîne. Divê mirov ji teorîya wî sûd werbigire ji bo têgîna yekitîya neteweyî. Li gorî Durkheîm, hemû takekesên civakê bi hev ve girêdayî ne mîna organîzmê ((Maruf YILMAZ, 2017).
9.4. Kongreya Neteweyî yan îdeolojîk
Kongreya Yekitîya Neteweyî an Konferensa Yekitîya Neteweyî pêşîn li her beşeka Kurdistanê ji hundir Yekitîyeka Neteweyî pêk were?
Di roja 24ê gulana sala 1999an de Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) pêk hat, lê îdeolojîk û yekalî bû ji alîyê metod ve jî çewt bû. Di pişt kongreyê de PKK hebû. Divê berî vê kongreyê Yekitîya Neteweyî li her beşeka Kurdistanê pêk were. Jixwe li ba PKK´ê hizra Yekitîya Neteweyî tune ye. Çima “Kongeya Neteweyî” li dar xist, sedem dikare çi be? Li Başur divê YNK û PDK´ê lihev bikin, lê ew jî lihev nakin. Rewşa Roavayê Kurdistanê hê xerabtir e. Kurd mîna qereçîyên Hindistanê li hev hatine xezebê.
Divê di civakên kurdan de formên maqûltir şûna yên ne maqûl bigirin. Li gorî min, divê kurd sîyaseta xwe biguherînin ji bo ku ew bikaribin jîyaneka baştir bijîn. Di bîyolojîyê de guhertin rastî ye. Ramana mirovî heye. Lê bi rastî raman çi ne? Di mêjîyê me de çawan tên afirandin? Ma ramana giştî ya kurdan heye an mijareka taybet û îdeolojîk e? Ma ramana mirov li herderê yek e an di forma ramanê de cûdahîyên çandî hene? Em berpirsyarîya ramanên xwe dikin.
Yek ji armanca min şadî, dilşadî, aramî û jîyaneka xweş e. Hawîrdora me ya îdeolojîk çi bandorê li ramanên me dike? Hûn dikarin kîjan faktora herî mezin derbixînin holê ku ew faktor bandorê li ramana we dike? Bi dîtina min, divê kurd ji bo xwe bin û dûvre ew ji bo hawîrdora xwe bin. Divê Kurd ji bo demokratîkkirina Tirkîyeyê hewl nedin. Divê her kes bizane ku pirsgirêka Kurd li Rojhilata Navîn pirsgirêka ax û dewletê ye. Niha nîzama navneteweyî dij-kurd e ji ber mentalîta kurd, divê kurd xwe biguherînin. Serxwebûn Kurdistanê ji bo her kurdekî girîng e. Divê kurdên xas ji blî serxwebûna Kurdistanê tiştekî nihizrin. Divê sînoreka Kurdistanê hebe û kurd wê biparêzin. Li gorî min serxwebûna Kurdistanê girîng e. Noam Chomsky serbixwebûna Kurdistanê pêwîst dibîne.
Divê prensîba bingehîn ya kurdan daxwaza axê be, ji ber vê daxwazê li herêma Kurdistanê darbeyeka hundir û derveyî çêbû û ev darbe bû sedem ku Kerkûk û hin bajarokên Kurdistanê ketin bin destên hukumeta Iraqê. Li dijî darbeya hundir û derveyî kurdan stûyê xwe xwar û rêya dîyalogê hilbijartin. Gelo sedem dikare çi be? Em çawan dikarin di vê derbarê de zanyarîyên pêbawer bidest bixin?
Min zilm û zordarîya partîyên Bakur dît. Hawayê hizrandina mirovan dikare zilma herî dijwar biafirîne. Zilm tenê sîstemê nayê. Li Swêdê min dest bi jyjaneka nû kir û min xwe ji sîyasetê dûr xist. Ev dûrbûn ji bo min bû destpêka jîyaneka baştirîn. Dewlet ji hev cûda ne. Di dewleta Swêdê de hebûnên aqilane hene û her tişt ji bo jîyaneka baştirîn e. Dewleta Swêdê ji bo kal/pîr, seqet, sêwî û kesên bêkar bihuşt e. Herwisan ji bo xwendekaran jî bihuşt e. Ez jı kurdên Bakur im, li Swêdê jîyaneka baştirîn dijîm.
Pirsgirêka Kurd bi kîjan statuyê çawa çareser dibe?
Pirsgirêka Kurd, pirsgirêkeke dîrokî ye ku eslê wê di dîroka kevnar de heye.
Kurdên Bakur ”Xweserîya herêmî” ya Ewropî dixwazin, lê dewleta Kurdan tune ye. Gava ku ”Dewleta Kurdî” avabibe, hingê dikarin xweserîyê ji bo herêman, bajarên kêmneteweyan an şarehdarîyên xweser bixwazin. Lê ji bo tevahîya xelqê kurd dewletek pêwîst e. Dewleta Swêdê dikare bibe mînak ji bo tevahîya Kurdistanê. Rola dewleta Swêdê ji bo hemû kêmneteweyan û azadîya takekesî girîng e. Devleteka serxwebûn an federasyonek ji bo kurdan pêwîst e.
9.5. Sokrates dipeyve
Yê ku diaxive Sokrates e û ez guhdarîya wî dikim. Bi daxwaza dexes û çavnebaran dadgeha Antîka Yewnanî cezayê mirinê (îdam) dide Sokrates. Ji hemû pirsan ya herî girîng, Sokrates me hînî jîyana xwe dike û ji bo ramana ber mirinê diçe, pişta xwe natewîne û stûyê xwe xwar nake. Sokrates dibêje: “Xwe nas bike!” Sokrates xwedî teorîyek, ramanek bû, ku her mirovek dixwaze baş be. Heke kesek bi rastî xwe nas bike, ew dê ji bo çêtirîn û baştirîna xwe, xwe biguhere ji ber ku herkes dixwaze baş be.
Pêdivîya kurdan bi zanînê heye. Lê her tiştê ku hin kurd dihizrin (difikirin), dizanin ne zanîn e. Divê kurd bi durustî kêmasîyên zanîna xwe vebibêjin. Divê kurd xwedî parastineke exlaqî bin hem zanîna xwe û hem jî nezanîya xwe cidî bigirin. Divê kurd xwe nas bikin. Kurdo/kurdê xwe nas bike. Ma hûn dihizrin (difikirin) ku Sokrates rast bû? Em hemû mirov baş in? Mirovê baş çawa ye? Ma tu bixwe mirovekî baş î? Bi ya min pirsgirêk ne mirovên xerab in, bêdengîya mirovên qenc e. Bi rastî mentalîta partîyên Bakur dişûbe PKK û dewleta tirk. Li gorî armanca felsefeya Epikuros jîyaneka bextewar, aram, bê êş û tirs baştirîn e û tenê jîyaneka wisan mirovahîyê diafirîne. Lêkolînek heye ku nîşan dide ku em di rojekê de li ser 65000 ramanan dihizrin (difikirin), ji wan 60 ramanên ku me rojek berê hizrin. Ez xwe mînak bidim: ez 30 sal berê PSK´ê veqetîyam, lê ew partî hê dujminatîya min dike. Heke hêza wê hebe dê min li Paytexta Swêdê li Stockholmê min bi darve bike angu min bikuje. Bi rastî vir, derew û zilma li min kirîye, dewleta Tirk jî li min nekirîye. Ez bi gotina Platon re me, mirovên hov û ehmeq pir in û tenê mirovên baş dikarin bi dewleteka baş avabikin bêyî ew zirarê bidin kesên din. Li gorî min, mirov pêvajo ye. Mirovên nîjadên cûda ji formên ”jêr”, ”nizm” ber bi formên ”jor” an ”bilindtir” ve hebûna xwe didomînin û ew tiştên nû fêr dibin ji bo jîyaneka baştirîn e. Ez ji we re dipeyivim ka hûn çawan dikarin çêtirîn jîyana xwe bijîn. Ez dibêjim, ji xwedayan netirsin û ji mirinê netirsin. Xwedê xweza ye û ew cewhera tiştan e. Xwezayî Xwedêyê dinyayê ye. Xweza li dûnyayê desthillatdar e. Ramana pêşkeftinê, têgihîştina ku di pêvajoya dîrokê de dikare baştir bibe, cihê şadîyê ye. Lê ez dizanim ku takekes an ferdên neteweya kurd ji hev cûda ne, hin zû xwe diguherin, tiştên nû fêr dibin û hin jî dereng xwe diguherin. Daxwaza aştîyane ya Feylesof Immanuel Kant di dilê min de ye. Kant di derbarê aştîya herheyî (heta bi heta, bê dawî) de rast e, sê şertên wî yên ji bo pêkanîna aşitîyê hene:
Makezagona hevpar.
Qedexekirina şîdetê/şer.
Pevguherîna azad ya di navbera takekesan de.
Kant di derbara destwerdan û aştîya herheyî de dinivîsîne û dibêje: ”Divê tu dewlet bi zorê mudaxeleyî makezagon û hikûmeta dewleteke din neke…”
Feylesof dikarin dewletê avabikin. Yên ku dewletê birêve dibin feylesof in. Feylesof di temeneka mezin de tên xuyakirin ku ew wekî biryarderên dewletê tevbigerin. Di pêncî salîya xwe de dihizre ku feylesofên yûnanî dewletê birêve dibin û ji bo ku rewşa dewletê baştir bikin. Platon ji demokrasîya ”Tîmokrasî” hez dikir. Li gorî wî peyva ”tîmokrasî”, bi qedir û rûmet e. Ji ber ku tenê feylesof biryardarên dewletê ne ji ber ku ew zanatir, jîrtir û baştir in.
Ramana bingehîn di dewletê de ew e ku tiştê rast bên kirin. Ew tê wê wateyê ku dewlet ji her kes tiştê ku ew çêtirîn dike, divê bike. Ya ku di hizra mirovî/ê de bandor dike, tenê raman e. Li gorî Platon civak li ser hewcedarîyên mirovahîyê tê avakirin, hewldana mirov jî divê edalet be. Demokrasî ji hêla Platon ve nehatibû pejirandin. Di cîhanbînîya Platon de hizra cîhana ramanan xwedî roleka navend e. Li gorî Platon, cîhana hestan ango cîhana ku mirov bi hestên xwe têbigihêje, tenê sîwanek an kopîyeka zirav ya cîhana ramanan e. Lê Sokrates bi giştî li dewletê îdia dike ku sîstema perwerdeya bingehîn ji bo çareserkirina pirsgirêkan e…
Hizrên Platon yên li dewletê ku hemû mirov ne xwedîyê nirxeka wekhev in ji ber vê yekê yên dewletê birêve bibin, divê feylesof û zanyar bin. Li gorî min jî hemû mirov ne xwedîyê nirxeka wekhev in û hemû mirov bi exlaqî nahizrin. Nimûne: Emîn ÎSa Amin ku ji alîyê PYD/PYNK´ê ve ji bo ramana xwe hate kuştin û kurdên ku ji alîyê PKK, dewleta tirk û Daesh (dewleta îslamî/ÎS) ve tên kuştin, mînak in. Îro em dibînin kurdên ehmeq li pêş in û ew di Medyaya Kurdî de jî li pêş in. Feylesofek nikare yekî bikuje û nakuje jî (heke psîkolojîk ne nexweş be). Di pêşeroja me de biryardarên dewleteka transhumanîstîyê (piştî postmodernîzmê) dibe ku feylesof bin. Min di derbara nasnameya transhuman de doktoraya fexrî (rûmetê) wer girt, qîymeya wê li ba min sifir e ji ber ku ez xwe tim xwendekarê pirtûkên cûda dibînim. Nasnameya transhumanîst piştî postmodernîzmê tê.
Pêkanîna demokrasîyê pêvajoyeka dirêj e. Derîyê demokrasîyê xwendin û zanîna çandên cûda ye. Lê mirovên herî ehmeq û reben li welatên paşketî behsa demokrasîyê dikin, lê ez têgihîştim ku ez nikarim bi partîyên Bakur re bixebitim. Lê ez bixwe heme û ji bo Bakur dixebitim. Ez dibînin ku Partîyên Bakur di bernameyên xwe ne zelal in. Çi dixwazin ne dîyar e. Zelalbûn tê çi wateyê? Di derbara serxwebûn, federasyon, mafê çarenûsî û komfederasyonê de PSK, PAK, PDK/PDK-T/KKP û partîyên heyî… çi dihizrin? Ez bixwe ji bilî serxwebûna Kurdistanê nikarim tiştekî din bihizrim. Tevgera her serokekî partîyekê bi raman, çand, zanî û hestên wî/wê ve girêdayî ye. Divê partîyên Bakur xwe û sîyasetên xwe yên salên 1970 û 1980î biguhirînin da ku bikaribin bi demê re bimeşin. Nêrînên nû yên di derbara mafên takekesî û azadîya ramanê de dibin sedema pêşketina zanistî û nirxên nû yên exlaqî. Divê pêşnîyarên me ji bo rastî, zanîn û bawerî bin. Bi dîtina min zilm û zordarî tenê sîstema dewleta tirk nayê, hawayê hizrandina mirovan kurdan jî dikare zilmê biafirîne. Sîyaseta niha ya bakur kîn û nefret e ji lewre dikare zilmê biafirîne. Em nikarin bigihîjin zanîna tevahî ya Tevgêra Kurd li Bakurê Kurdistanê.
Pirsgirêka exlaqî bi rastî çi ye? Exlaq çi ye? Etîk çi ye? Divê em çawan tevbigerin?
Divê em çawan bijîn? Çi rast e an çi çewt e?
Arîstoteles sîyaset wekî lêgerîna hevpar ya ji bo ”jîyaneka baş” binav dike. Her rojeka nû derfeteka nû ye ku em jîyana xwe biguherînin. Jîyana min wek pirtûkekê ye. Jîyan wek pirtûkekê ye, ez nikarim rûpelên ku min berê nivîsîne, wan biguherim, rastir bikim lê dikarim dest bi nivîsîna pirtûkeka nû bikim û wê baştir binivîsînim. Dibe ku rastî tal be, lê encamên wê şîrîn in. Derew şêrîn xuya dike, lê di xwezayê de jehr e. Ez ji mirovên rastîn pir hez dikim. Kesên ku dihizrin, tiştên ku ew dibêjin ne derewîn in. Jîyaneka baş heman jîyaneka bextewar e ku têgîna bingehîn ya Arîstoteles e. Qencîya herî bilind ew e ku her kes têdikoşe ji bo jîyaneka baştir. Jîyanek ew e ku tê wê wateyê bêhtir azadî ku mirov bi xwe li ser wextê xwe biryar dide da ku mirov fersendê bide tiştê ku mirov dixwaze û jê hez dike.
Bi dîtina min, peyva dewletê tê wateya herêmeka axê, ku lijneyek hevpar lê heye, wek welatê Swêd ji alîyê parlamento û hikûmeta me ve tê birêvebirin. Ji ber vê yekê Swêd hem welatek e hem jî dewletek e. Erka dewleta Swêdî baştirkirîna îmkanên mirovan e û karê wê parastina tevahîya gel e.
9.6. Kurte
Dewlet avahîya tevahîya civakê ye. Divê dewlet ji gel pê ve ne tiştekî din be. Dewlet tevahîya gel e. Dewleta Swêdê gel bixwe ye. Em dikarin ji Swêdê sûd werbigirin. Lê dewleta welatekî terrorîst dikare bibe dojehekê ji bo gel/xelqê, lê dikare bibe bihuşta civaka xwe jî. Ji Bakurê Kurdistanê re sîyaseteka nû, ramaneka nû, zanista sîyasî û çandeka nû pêwîst e.
Li gorî min, divê kurd mentalîta xwe û sîyaseta xwe biguherînin ji bo ku ew bikaribin jîyaneka baştir bibînin û bijîn. Ji bo kurdan jîyaneka bextewar, aram, bê êş û tirs pêwîst e û tenê jîyaneka wisan mirovahîyê diafirîne.
Maruf YILMAZ: Ez ji kurdên Bakur ên ku dujminê min hez dikim, ji ber ku nefret/kîn qet bi nefretê naqede, lê ew bi dilovanîyê diqede, ew qanûna herheyî (bêdawî) ye. Lê ez ji kurdên Bakurê Kurdistanê re dibêjim, ez ji dujminên xwe hez bikim, ez ji bo xerabî û zordarîya hin kurdên Bakur, dua bikim daku ew çewtîyên bibînin. Etîk û moral ew e ku em çawan li hember hev bin. Adet û kevneşopîyên cihêreng, nirxên me diafirînin, em jî bi çanda ku em têde mezin bûne û em dibin kopîya wê. Êdî kîn/nefret bes e, ez dizanim ku kurdên ehmeq ên ku Swêdê 30-40 sal wan xwedîye, ji min hez nakim û gotinên giran digerînin.

  1. Divê kurd pêşîn ji bo demokratîkkirina Tirkîyeyê hewl nedin, tenê ji bo xwe, malbata xwe û welatê hewl bidin, dûvre ji bo hawîrdora xwe û dûnyayê jî.
  2. Pêwîst e her kes bizane ku pirsgirêka Kurd li Rojhilata Navîn pirsgirêka ax û dewletê ye.
  3. Serxwebûna Kurdistanê ji bo axa 40 – 50 mîlyon kurdan girîng e.
  4. Divê nûnerekî/nûnêreka Kurd li Neteweyên Yekbûyî de hebe.
  5. Divê sînoreka Kurdistanê hebe.

9.7. Encama dawîn
Neteweya Kurd xwedî çandeka hevbeş, geopolîtîkeka hevbeş, oleka kevnare, dîrokeka kevnare û zimanekî hevbeş e. Ji ber vê yekê divê kurd pêşîn ji bo serxwebûna Kurdistanê hewl bidin û dûvre ji bo demokratîkkirina Tirkîye û welatên din… Her kurdek bizane ku pirsgirêka kurd li Rojhilata Navîn pirsgirêka ax, çand û dewletê ye.
YN, YE û welatên bihêz li dijî serxwebûna Kurdistanê ne, lê ji ber sîyaset û mentalîteta kurd e. Divê sînoreka Kurdistanê hebe. Serxwebûn an federasyon…Federasyon bûyereke sînor e.

9.8.Çavkanî û referans

Kurdo, Qanatê (1983). Tarîxa Edebîyata Kurdî-1, Roja nû: Stockholm
Kurdo, Qanatê (1985). Tarîxa Edebîyata Kurdî-2, Roja nû: Stockholm
Shakely, Ferhad (1983). Kurdisk Nationalism i Mem û Zîn, Lärarhögskolan i Stockholm.
D.N. Freud, Sigmund (2007). Föreläsningar-Orientering psykoanalysen. Stockholm: Natur och kultur.
Heidegger, Martin (1987). Konstverkets ursrung. Göteborg. Daidalos
Björklund, Mats (2005). Evolutionsbiologi. Studentlitteratur.
Hansell, R. Gregory & Grassie, William (2011). Transhumanism.
Kurdo, Qanatê (1990)., Prof. Gramera Zimanê kurdî. Stockholm: Roja Nû
Minorsky, V. (1992). Kurder. Istanbul: Koral förlaget.
Nikitin, B. (1986). Kürtler. Berlin: Wesanén Özgürluk Yolu.
Nozick, Robert (2001). Anarki, stat och utop,Stockholm: Timbro.
Rawls, John.(1999: 205-209). Theory of Justice, uppl., Oxford: University Press.
Alakom, Rohat (1998). Eski İstanbul kürtleri: İstanbul.
Sheikmous, Omar & Wernefeldt, M. (1999). ”Etnisk väckelse bland kurder”: Lärarhögsklolan.
YILMAZ, Maruf (2017). Serkeftin û Serbilindîya Romana Kurdî. Ankara: Ar Yayınları
YILMAZ, Maruf (2005). Modersmålsundervisning: Lärarhögskolan i Stockholm
YILMAZ, Maruf (2015). Hur blev jag den jag ar? Södertörns högskola/Södertörn universitet
Tênîbî: Hemû çavkanî û referans nehatin nivîsandin.
kopîyakirin qedexe ye.

  1. 03.2022, Stockholm
    maruf@live.se
  2. Xwedê, hebûn, tunebûn, qencî û xerabî
    Ez van pirsên jêrîn ji xwe û we dipirsim:
    Em li ser hebûna Xwedê çi dizanin?
    Bi rastî xirabî çi ye? Çi dibe sedema xerabîya mirovan an Xwedê? Mirov çawa dibe xerab?
    Hûn xerabîyê di Hinduîzm û Zardeştî de çawan dibînin? Çima xerabî heye? Xwedê dikare xirabîyê ji holê rabike heke bi rastî jî ew bixwaze? Çima li dinyayê xerabî heye? Li derveyî ramanên min rastîyeka din heye? Ma hebûna Xwedê ji bo edaletê ye? Ma Şeytan bi rastî heye?
    Em dikarin cûda bihizrin û hest bikin. Her tişt ne reş an spî ye. Çi rast û ne rast be jî dikare bi rewş û çarçovayê xwe ve girêdayî be. Heke em perspektîfên cûda bikarbînin, em dê bizanibin çi ferqa di navbera çanda tundî (çanda şidete), tundrewî û pejirandina îdeolojîya şîdetê de heye. Medyaya Kurdî êrîşî kurdên dijber dike û bi awayî çanda me û wan diafirîne. Yanî yê/ya dijberê/dijbera partîyeka sîyasî be, dijmin e. Propagandaya ”Medyaya Kurdî” ya Bakur ”exrem”, îdeolojîk, tundî komeleyî û dişibe ”Medyaya Tirkî”.
    Misilmantîya dewleta tirk çanda şîdetê ya mêran e ku zimanê dayîka min qedexe dike û dixwaze mîraseka çanda kurdan ku Xwedê daye wan tune bike. Ji ber vê yekê misilmanên wisan rola Şeytan dileyîzin. Şeytan tune ye, lê misilmanên şeytanan hene. Piranîya sîyasetmendarên Bakur ên salên 1970 û1980î ne. Şeytan gîyaneka hêzdar e ku bandoreka mezin li ser sîyasetmendarên Bakur kirîye ji lewre ew dikarin tiştên xerab bikin. Ma hewce ye ku em ji Şeytan bitirsin? Na. Pirsgirêka xerabîyê, paradoxa Epikuros, behsa pirsa çima Xwedê mirovekî bi hêz û zordar diafirîne û Xwedê dihêle ku ew mirovê zordar xirabîyê li me bike. Heke Xwedêyekî başîyê hebe, çima dihêle ku xerabî biafire. Di ol û felsefeyê de “pirsgirêka xerabîyê, bi eslê xwe, kok, bingeh û sedemên xwe girêdayî ye, lê çareserîya muhtemel a xerabîyê gengaz e.
    Li gorî dîtinekê, li pişt her tiştî ku dileqe an tiştek heye ku tevgerê dide tevgerê. Divê ev Xwedê be. Li pişt her tiştî ku diqewîme sedemeka xwe heye û ev jî îspata hebûna Xwedê ye. Îspata sêemîn a Xwedê jî heman îspata kozmolojîk e. Xwedê ne heyînekî fîzîkî ye, lê Xwedê her tiştên di cihanê de hene afirandîye. Ya çaremîn jê re belbeya derecê hatîye gotin. Hin tişt ji yên din cûda ne û wê hingê divê tiştek çêtir hebe. Yê/ya herî kamil Xwedê ye. Xwedê qencîya kamil e. Belgeya pêncemîn teolojîk û mîtolojîk e. Ji ber ku li dûnyayê her tişt xwedî armanc û mebestek e, divê kesek bihizre, hebe: Xwedêyo!
    Argumana kozmolojîk yên fîlozofên olî El-Kindî (800-873) û El Gaazalî (1058-1111) bi çavekî felsefeyî behsa hebûna Xwedê kirin. Li gorî wan herduyan her tişt ku pê dest kirîye divê sedemek hebe. Ji ber vê yekê, divê gerdûn xwedî xaleka destpêkê be. Divê kesek an tiştek dest pê kiribe, divê ev Xwedê be. Heke em bi çavekî rexneyî li mijarê binêrin sedema yekem ne hewce ye ku Xwedê be. Heke mirov bipejirîne ku gerdûn xwedî xaleka destpêkê ye, ne hewce ye ku ev Xwedê bi îradeya hişmend be.
    Zanista xwezayî mijara lêkolîna cîhana fizîkî (xweza) ye. Aqilmendên dinyayê ji du perspektîfên cûda ji bo hebûna Xwedê û li dijî hebûna Xwedê bikartînin. Argumentên herî baş ên cîhanê ji bo û li dijî hebûna Xwedê ne. Argumana kozmolojîk dibêje ku gerdûn bi tena serê xwe nikare çêbûbe – divê hebûna wê ji ber tiştekî din be.
    Demokratên Swêdê (SD, partîya nazîstan) partîyeke sîyasî ya netewperest û muhafazakar li Swêdê ye. Serokê vê partîyê Jimme Åkersson e. Ew dibêje serokkomarê Tirkîyê Erdogan dîktatorekî misilman e. Partîya Moderat ya Swêdê, partîyeke muhafazakar e, lê bi milyonan caran ji sosyalîstên tirk, komunîstên tirk û heta hemû partîyên tirk ên li Tirkîyeyê jî demokrattir e. Heke em partîya ”Demokrata Swêdê” (SD) bi partîyên Tirkîyê yên wek MHP an AKP an CHP re bidin ber hev, em dê bibînin ku Partîya Demokrata Swêdê ku nateweperst e, lê hezar carî ji MHP, CHP û AKP demokratir û mirovheztir e. Şewitandina Kuranê tiştekî ne rast bû ji bo Swêdê ji ber ku kîn/nefretê zêdetir dike. Ez dubare dikim şewitandina Quranê ne baş bû. ”Xerabî” navê romaneke Jan Guillou ya sala 1981ê ye. Mijar dibistan e. Mijarên sereke yên pirtûkê serkeftinên Erik Ponti yên di pêşbirkên melevanîyê de ne. Ji bo min, di dîrokê de dîktatorên herî xirab, hêzên xerab û sembolên wan, zilmê li min û kesên din dikin. Mînak: Seddam Huseyn dîktatorekî misilman bû. Dîktatorîyekî misilman ê din jî Erdogan e. Beşar Esed û serokwezîrê îranê Ayatolla Ali Khamenei herdu jî misilmanên Şîa yên dîktator in.
    Beşar Esed Elewî, lê zanista olê Elewetîyê jî di nav îslamê de dibîne. Elewî destnîşan dikin ku ola wan serbixwe û girêdayî ye, lê Elî pismam û zavayê Muhammed Peyxember bû. Elî di bandora çanda derûdora xwe de maye. Di Elewetîyê de em dikarin hêmanên Zardeştî Cihûtî, Xirîstîyantî û Budîzmê bibînin. Di derbarê Elewîyan de du nêrînên cûda hene. Yek ew e ku peyv ”Elewî” bi pismamê Mihemed Elî ve, bi pismamê xwe ve girêdaye. Dîtina duyem jî ew e ku peyva Elî bi Mihemed û pismamê Mihemed ve ne girêdayî ye. Peyva Elewî tê wateya ronahî û elewî ji ber vê yekê wekî gelêronahîyê têne binavkirin. Ev dîtin li hemberî têgihiştineke hevpar ya ku peyva ”Elewî” bi pismamê Elî ve girêdayî ye.
    Di mêjîyên serokên tirkan de Şeytan heye û ji ber vê yekê jî tirk dixwazin kurdan tune bikin, lê nikarin. Mentalîteta tirk xerabîyê temsîl dike û antîkurd e. Şeytan kesayeka mîtolojîk e ku di têgînên Zardeştî, Cihû, Îslamî û Xirîstîyanî de xerabîyê temsîl dike. Şeytan kesayetek e ku bi gelek navên cûda tê binavkirin. Di Gatha Zardeştî de Xwedayê baş û dijberê wî, Ahriman (xerabî) heye. Ahriman xwedîyê prensîbên xerabîyê ye, lê bi xwe azad e, ku rêya baş an jî xerab hilbijêre. Ev duyalîzma etîkê bûye bingeha felsefeya Zardeştî. Em di pirtûka pîroz Avesta´yê de Xwedêyê baş û xerab dibînin, her du Xwedê jî azad in ku başî yan jî xerabî hilbijêrin. Kozmogonî teorîya li ser afirandin û çêbûna gerdûnê (cihan, dûnya) ya Ahura Mazda û Ahriman e. Di mîtolojîya kurdî û rastîya rojane de jî dijminên kurd ên herî xedar ji hundir û kurd bixwe ye.
    Heke mirov rewşenbîr be mirov dikare nîqaşan li ser hebûna Xwedê yan li dijî hebûna Xwedê bike. Ateîstên swêdî nebawermendê Xwedê ne, înkarkerên Xwedê ne ji ber ku di gerdûnê de şopên Xwedayekî bi awayekî objektîffv nehatine dîtin. Li gorî fîlozof Protagoras mirov pîvana her tiştî ye. Lucretius dibêjê: ”tiştek ji tunebûnê nayê afirandin”. Hegel hebûn di dewletê de gengaz e. Bi dîtina Hegel tenê di dewletê de mirov xwedî hebûneke aqilane ye. Li gorî Nietzsche divê mirov dijminên xwe zêde neke. Ew wisan dinivîsîne û dibêje: ”kesê ku min nekuje min xurtir dike.” Ez dizanim ku jîyana min kurt e ji lewre divê ez ji kurdan re rastîyê bibêjim berîya mirina xwe. Li gorî Schopenhaur “Jîyan kurt e, divê em rastîyê bibêjin.” Ez bixwe rastîya sîyaseta Bakur nabînim. Rastîya wan ji bo rast e. Lê ji min rastî subjektîv e, lê Soren Kierkegaard jî dibêje rastî subjektîv e! Bi ya min rastî tenê hebûn e – hebûn bi xwe ye. Hebûna kurdan di dewleta kurdî de ye. Arîstoteles dibêje: “Hevalê her kesî nabe hevalê min” “Rewşa mirov ji sê çavkanîyên sereke re diherike: Daxwaz, hest û zanîn. Li gorî Aristoteles “hemû mirov xwezaya zanînê dixwazin. Ew dibêje: “Bingeha dewleta demokratîk azadî ye…
    “Immanuel Kant behsa aştîya herheyî dike. Ew dibêje aqil, şer bi tevahî mehkûm dike û aşitîyê pêwîst dibîne. Subjektîv berovajî felsefeya objektîffvîtîyê ye, ku weke dîtineka heqîqetê tê şirovekirin. Di felsefeya rojavayî de ramana subjektîvîtetê, koka xwe di felsefeya Descartes û Kant de digire. Kant ji xebata Arîstoteles sûd wergirtîye. Hin ramanwerên girîng ên ku mohra xwe li dîrokê xistine ev in: Descartes, Locke, Kant, Hegel, Husserl, Foucault, Kierkegaard, Derrida, Sartre…
    Xerabî dikare bibe kiryarên terorîzmê, kuştin, êrîş, zordestîya bi tolhildan û çavnebarîyê be. Fîlozof li ser xerabîyê çi dibêjin? Kant, Platon, Nietzsche û hwd çi dibêjin? Di cîhanê de olên sereke Cihûtî, Xiristîyanî, Bûdiîzm, Hindûîzm û îslam in. Her pênc ol li dibistanên Swêdî tên hînkirin û xwedî nirxeka wekhev in. Erka me ronîkirina tarîtîya mirovan e. Li gorî Nietzsche, xerabî ew e ku ramanên me yên li ser çawanîya tiştan tên binpêkirin. Gelek rewşenbîrên Ewrûpayê jî bawer dikirin ku erdhej mizgînîya dawîya dinyayê dide. Lê di nîqaşên piştî karesata xwezayê (felaket, tofan) de, fîlozofê fransî Jean Jacques Rousseau xirabîya xwezayî di şeklê felaketên xwezayî û xerabîya exlaqî de, ku em mirov sûcdar in, nivîsî. Jean – Paul Sartre û Simone de Beauvoir stêrkên sabît ên hebûnparêzî û felsefeya wan a azadîya mirovî/mirovê ye ku mirov bixwe xwe çêdike… Ya sêyemîn Raymond Aron e. Ew li Berlînê dijîya û wî fenomenolojî dixwend. Wan hemûyan giranîya xwe didan ser kevneşopîya ramanan a li ser jîyana ku hatîye jîyandin (serpêhatî û serborîya ku hatine jîyan). David Hume yek ji fîlozofên bijare ye ku behsa girîngîya hestên mirovî/mirovê dike. Li gorî Soren Kierkegaard, ferd divê “ji qada giştî koç bike da ku xwe ji azadî, berpirsîyarî û xweya rast re vebike û bibe xwedî perspektîveka berfireh.
    Cîhana ramanan rastîyek e ku ji hêla aqilê me ve hatî ceribandin. Cîhana hestan rastîya ku bi hestên me tê jîyandin. Dinyaya hiş bi rastî ne mîna rastîyê ye. (dîtin, bihîstin, destdan/hiskirin, bîhn, tam.
    Çawa dibe ku Xwedêyekî qenc hebe dema ku evqas xerabî heye? Heke Xwedê bixwaze, dikare zilm û xerabîya tirkan ji holê rabike û kurdan ji zilmê rizgar bike. Xwedê her tiştî be jî divê bikaribe zilma tirkan li ser kurdan rabike. Çima Xwedê dihêle ku tirk xirabîyê li kurdan bikin? ”Ma Xwedê dixwaze pêşî li xerabîyê bigire lê nikare?” Îradeya azad a mirov tê wê maneyê ku mirov di hilbijartina xwe ya qencî an xerabîyê de azad e. Heke Xwedêyê tirkan hebe, ew karînerê her tiştî ye ku zilm û xerabîya xwe ji holê rabike. Xwedê qenc e, ji ber vê yekê ew dixwaze xerabîya tirkan ji holê rabike. Xerabî li Tirkîyeyê heye. Li gorî min, xerabî ew e ku mafê perwerdeya zimanê dayîkê ku Xwedê daye min û ramanên min yên li ser çawanîya tiştan binpê dibin. Xerabîya neheq heye. Heke Xwedê tirkan hebe, dê xerabîya neheq tunebûya. Xerabî heye. Xweza xwedayê min e. Her kes Xwedayê xwe ye. Ez bixwe perspektîva subjektîvîtê bikartînim. Subjektîv ew kes e ku e ji hest û ramanên xwe dest pê dike.
    Ol li ser hizr, dîtin û ramanên hêzeka bilindtir avabûye, mînak Xweda yan çend Xwedêyan. Hêza bilindtir heyîneka serxwezayî ye ku ew me mirovan afirandîye û li me Xwedê an Xwedayan xwedî derdikeve (li gorî dîtinekê). Rîtual çalakîyên ku xwedî wateyeka sembolik in. Cejn rojeka girîng e ku tê pirozkirin. Bawermend ew kes e ku bi xwedayek an çend xwedayan bawer dike û jîyana xwe li gorî rêgezên olî birêve dibe. Xwedê li ser bawerîya kevnar peymanên xwe bi şeytan re çêkirîye. Ji ber vê yekê kurd jî dikarin bi dijminên xwe re peymanan çêbikin. Kîjan sembol tê wateya qencî yan xerabîyê? Îro, nîşana sembola Hîtler a SS ya çekdar ku ew nîşana jenosîdê ye ku bi mîlyonan mirovan jîyana xwe ji dest dan. Hîtler şerxwaz bû. Li gorî Platon tenê mirîyan dawîya şer dîtîye. Dalaî Lama jî dibêje: ”Nehêlin tevgera kesên din aştîya we ya hundirîn hilweşînin”. Di Hinduîzm, Bûdîzm û Zardeştî de sembola Hîtler qencîyê nîşan dide. Hîtler ev sembol ji Hinduîzm û Zardeştîyê dizî û kir malê xwe. Pir kes ala Almanyaya Nazî wekî sembola xerabîyê dibînin. Di ol û felsefeyê de “pirsgirêka xerabîyê” bi kok, esil û sedemên xwe ve girêdayî ye, lê “çareserîya” muhtemel a xerabîyê heye. Bi rastî xerabî çi ye? Çi dibe sedema xerabîyê? Çi sedemên din hene ku em kirinên xerab bikin?
    Rastî nî nin, tenê şiroveyên cûda hene. Rastî subjektîf e. Di çanda postmodernîzmê de, em bi rastî û aqil bawer nakin. Ji bo min her tişt nisbî ye, ji ber ku ez postmodernîst im, di felsefeya nûjen, nîqaşa raman û gelek çalakîyên zanistî yên estetîk de beşdar dibim. Ez giranîya xwe dide ser felsefe, pedagojî, mîrateya çanda kevnar, efsane, mîtolojî, înterkultur, huner, wêje, kilam, stran û muzîkê. Efsaneyên herî kevn ên mirovahîyê bi gelemperî li ser lêgerîna nemirîyê ne. Xweda û lehengên ku, bi zanîna xwe, hêza kontrolkirina çarenûsa xwe bi dest xistin, wek: Inanna, Gilmameş, Prometheus…
    Di konfuyûsîzmê de du cure bersivên esil û çareserîya xerabîyê hene. Fîlozof Xun Zi bawer dikir ku mirov di bingeha xwe de xerab e, lê mirov dikare ji bo qencîyê were perwerdekirin û bi perwerdeyê bibe mirovekî baş e. Em her dem tiştên ku ji bo me baş in, em hildibijêrin. Di van hilbijartinan de ye ku xirabî derdikeve holê: Em dikarin vebijarka baş an xerab hilbijêrin.
  3. Felsefe, metoda dîyalogê
    Di sala 1600’î de tiştên nûh, ji nav felsefeyê derket. Di vî warî de yên ku rolên xwe zêdetir leyîstin, ev in: Descartes, Spinoza, Locke û Leibniz. Yên wekî Bacon, Hobbes û Pascal jî mohra xwe di wê demê de li dîrokê xistin. Bacon, Hobbes û Pascal li ser pirsên zanyarî, sîyasî û olî (dînî) dixebitin û civatê diguhartin. Descartes(1596-1650) wekî Bacon propagandîstê zanyarîya nûh bû. Ew bavê felsefeya nûjen (modern) bû. (Nordin, Svante 1995, s,265).

Psîkolog nikarin nexweşên sîyasî tedawî bikin…”Felsefeya dîyalogê di şûna psîkolojîyê de pêş dikeve. Li Norvec, Danmark û Almanyayê tiştekî normal e ku mirovên sîyasî biçin cem sazîya felsefeyî û li wir “tedawî” dibin. Niha tedawîya mirovên sîyasî bi rêya felsefeyê ketîye rojevê. Ji ber ku psîkolog nikarin nexweşên sîyasî tedawî bikin. Tenê mırovên nexweş dikarin, bi rêya tedawîyê felsefeya dîyalogê baş bibin. Felsefeya dîyalogê di şûna psîkolojî de pêş dikeve û hêdî- hêdî sazîyên felsefeyî vedibin.
Li Norvec, Denmark û Almanyayê tiştekî normal e ku mirovên sîyasî diçin ba sazîya felsefeyê û li wir “tedawî” dibin. Niha tedawîya mirovên sîyasî bi rêya felsefeyê ketîye rojevê û felsefe
derman e. Ji ber ku psîkolog nikarin nexweşên sîyasî tedawî bikin.
Psîkolojîya hundirtirîn û terapîya kognîtîfê jî, ji nû ve ketîye rojevê, ji ber ku, gelekî însanên sîyasî nexweş in û dixwazin desthilatdarîya xwe bidomînin. Nexweşbûna wan jî, perçeyekê ji jîyana wan a dijwar e…

Sokrates yek ji hîmdarên felsefeya Rojava û zanyarîyê bû. Ew di navbara salên 469 û 399an ên BZ de jîyaye. Sokrates metoda pirsên dîyalektîkî avakir, piştî mirina wî, Platon şûna wî girt. Platon, di nivîsên xwe de li ser pêşfikrî û hesûdî rawestîyaye. Li gorî wî, divê însan ji pêşfikirîya xwe azad bibe. Sokrates ji bo dîtinên xwe hate tawanbarkirin û di dadgehê de tawana mirinê wergirt, belê Sokrates ji bo dîtinên xwe rêya mirinê hilbijart. Li gorî Sokratesî, mirina herî xerab ew e, ku mirov dev ji dîtinên xwe berbide, hingê mirov mirîyê mirîyan e.
“Jîyaneke bê lêkolîn û xwe ceribandin ne tu jîyan e” (Sokrates).
Dayîka Sokratesî, pedagoja zarokên “nûjidayîkbûn” bû û Sokrates ba dayîka xwe metoda peymendîya dîyaloga dîyalektîkê fêrbû û di wê demê de mohra xwe li dîrokê.
Pirsên Sokratesî ev bûn:
•Hûr û kûr guhdarî bike, ka kesên din çi dibêjin an jî kesê/a din çi dibêje.
•Ji bo guhartina dîtinên xwe, amade be, gava ku tu bi dîtineke baştir hesîyayî, wê têxe şûna dîtina xwe ya xerab û xwe nû bike.
•Bibîrbîne ku gelekî imkanên te hene, ku tu bersîva pirsan cûda bidî…
•Pişta xwe netewîne û xwe wekî koleyekî nebîne.
•Xwe ji dijberî û nakokîyan dûr bixe. Rêya dîyalogê hilbijêre.
Ez bi xwe pirsên Sokratesî di dersdana xwe de bikartînim. Pirsên azadîyê didin kesên din ku bersîvê bidin û mirov xwe azad dibînin.
Nimûne:
•Tu dikarî wekî din jî, bifikî?
•Tu ji xwe ewle (piştrast, piştqayîm) yî, ku wisan e?
•Ya xerabtir çi ye ku dikare biqewime, rûdan bide?
•Ji bo te ev qewmandin (bûyer, rûdan) tê çi maneyê (wate)?
•Nêziktirîn hevalê/a te dê çawan li vê qewmandinê mêze bike?
•Ku tu ne sîyasî bî, tu çawan li vê qewmandinê mêze bikî?

  1. Felsefeya Marx

Li gorî Marxî, înteraksîyona zimanî zêdetir ji bo pêşveçûna civakê ye, ji bo kar û xebatê ye. Yanî Marx zimanî ji dereca duhemîn hesab dibe û roleke yekemîn (prîmer) naleyîze. Bi bawerîya min, ev dîtina Marxî ji bo neteweyên bindest derbas nabe. Ji bilî dîtina Marxî ya li ser zimanî, ew qala sê dinyayên cihê dike, ew jî ev in:
1.Dinya objektîvê (rastî)
2.Dinya sosyalê/civakî (tam û di cîh de )
3.Dinya hundirî (rastîya amadekirî).
Em vebigerin ser dîtinên Bourdieu. Ew qala kultura kapîtalê dike û li gorî wî, hunera nivîsînê, tore, adet û sîstema perwerdeyê roleke bingehîn dileyîze. Kesên xwende dibînin ku toreyên kevn, adet, tradîsyon û kulturên berê û moralên nirxê û normên wê yên jîyanê ji nûh ve dizên û dibin malê civakê. Zanayê mezin Bourdieu di sosyolojîya xwe de sembola kapîtalê bingeh e(prîmer)dibîne. Sembola kapîtalê, wekî struktura desthilatdarîyê ye, xwendina bilind, cîheke girîng digire. Em dibînin ku profesor, sîyasetmendarên xwende, hunermend û nivîskar xwedîyê kultura berfireh in û ew di derbara desthilatîyê de reqîbên hevûdu ne û şerê hevûdu dikin, lê bi hizrê( Bourdieu 1991, 1996, 2000). Em vebigerin ser Marxî. Li gorî dîyalektîka wî, her tişt bi sê hawayan tê guhartin:
1.Yekitîya dijberîyan û şerên wan:
Nimûne ji fîzîkê, elektrîk e, +(zêdek) û –(kêmek) li hemberî hevûdu ne û şerê hevûdu dikin. Lê ew tesîra xwe li ser bişkoka elektrîkê jî dikin.
2.Guhartineka kvantîtatîvê rê vedike ji bo guhartineka kvalîtatîvê jî çêbibe:
Guhartineka kvantîtatîvê ya temperaturê ku kêm dibe rê vedike ji bo guhartineka dî ya bi navê ”kvalîtatîvê”. Gava ku av dicemide, dibe cemed û ji nermahî, derbasî formeke hişk, dibe tiştekî din.
3.Negasîyona negasîyon
Heger tiştekî carekê hatibe guhartin, divê ew tişt careka din jî were guhartin.
•Tez dibe dijberê xwe yanî dibe- antîtez, dibe tiştekî dî (antîtez).
•Antîtez di rastîya xwe de tê guhartin, dibe tiştekî sêhemîn(syntez).
•Syntesen di navbera tez û antîtezê de bi cîh bûye, ji ber hingê ew hem tez û hem jî antîtez e. Lê syntez bi xwe, zêdetir e, ne bi tenê, komkirina tes û antîtezê ye. Dîyalektîka ku Hegel nivîsîye, qala yekitîya dijberî û şerê navxweyî dike, paşê bû bingeha dîtina Marxî. Marx ku di pirtûka xwe ya bi navê ”Kapitaletê de dinivîsî û têde qala ”tez”, antîtez” û ”syntezê” dike. Înteraksîyona zimanî zêdetir ji bo pêşvebirina civakê ye, ne ku ji bo kar e (Marx 1848). Li gorî Marx, em çi ji dîrokê fêr dibin? Domana guhartinê dîyalektîk e, civakên çêbûyî li pey hevûdu wekî tez-antîtez-syntezê ne. Nimûne:
•Civaka şahredarîyê. Her tişt kollektîv bû.
Teknik sifir bû.
•Civaka koleyî
Hinek teknik heye.
Raperînên koleyan li Romê…
•Civaka Feodalî
Raperînên gundîyan
•Civaka sermîyandêr
•Socialîzm (?)
•(Civaka agahdarîyê (Swêd…)
Civala internetê (nätverkssamhälle))
Dîktatorîya karkeran, lê di rastîya xwe de desthilatîya (dîktator) partîya kommunîst û şefên wê li Sovyeta berê…
•Kommunîzm
Wekî civaka şahredarîyê ye. Her tişt kollektîv e. Teknîk postmodern e. Lê civakeke wisan hê nehatîye çêkirin. Bi ya min kommunîzm mirîbû, lê dkare ji nû ve bizê (bijî) ji ketîye gorê derbike ser axê. Li gorî Marxî ziman rola sereke naleyîze. Huner, edebîyat, ol(dîn), qanûn bingeha civakê nîn in, hemû tesîrên xwe li ser hizr û bîrûbawerîyên civakê dikin, lê roleke sereke naleyîzin. Bingeha(bas) civakê desthilatdarî(îqtîdar) û organîzasîyonên wê ne. Awayê produktîvê ev in: pêweng, makîne, teknîk, zanyarî û eştîya… Bingeh (bas) prîmer û materîyel e, lê herçî huner, edebîyat, qanûn û dîn sekunder duhemîn) in.
Dîroknûsîyeka materyalîst a ku teknolojî û têkoşîna çînî nîşan dide. Armanc ew e ku di civakê de zilm û zordarîya mecbûrîyetê nemîne û mirov ji zilmê azad bibe.
Karl Marx, Louis Althusser, Theodor Adorno, Herbert Marcuse, Max Horkheimer, Antonio Gramsci, George Lukács, Jean-Paul Satre…

Civaka evolusyonalîzmê di derbarê pêvajoya pêşkeftina civakê de ye ku tê de formên maqûltir şûna yên berê digirin û metaforên bîyolojîk ên ji bo vegotin û şiroveya civakên cûda hene. Evolusîyonalîzm di bin wê de ye ku pêşketinek ji formên ”jêrîn” û jê ”bilindtir” pêk tê an jî pêk hatîye. Di bîyolojîyê da, evolutionîzm hema hema bi teorîya pêşketinê ra wekhev e. Di çand û antropolojîya civakî de, evolutionîzm rêyek e ku balê dikişîne ser lêkolîna pêşketina sosyo-çandî, ku dikare weke pêvajoyekê bê pejirandin.
Edvard Tylor, Herbert Spencer, Morris Ginsberg, Edward Westermarck, Norbert Elias, Jürgen Habermas…
Ev têbinîyên min yên unuversîteya Stockholmê. 2015

  1. Piştîmirov ”postmirov”, îdeolojî, mirovên xwezayî mirovên ne xwezayî

Prof. Dr Nîck Bostrom (2015) li zanîngeha Oxfors universitetê behsa mirovên bijarte, supermirov, sermirov û piştîmirovên jîr ku ew wekî pêyxemberan in. Li gorî wî, însan bi kêmasî, kalbûn/pîrbûn, jikarketî, seqet, nesaxî, nexweşî, kêmhebûna zanyarî, tunebûna teknilojî û peydanebûna îmkan û mecalan ve dijî. Divê însan ji vê rewşê rizgar bibe. Transhumanîzm tevgerekî navneteweyî ya rewşenbîrî, çandî û teknolojîya bilind e (Prof. Hansell, R. Gregory & Grassie, William (2011). Li gorî van herduyan, mirov xwedanê kêmasîyên nedîyar, dibe ku sedema bêserûberî, êş, nexweşî, pîrbûn, kalbûn û ev nezanî be ku wan dihêşîne. Transhumanîst dixwazin mirovên xulam û reben ji vê rewşa niha derbikevin. Gilgamesh destpêkarê transhumanîst bû, ew kalbûna (pîrbûn) ne pejirand û xwest ku ”mirinê bikuje”…

Frîedrîch Nîetzschî jî di pirtûka xwe ya bi navê ”Zardeşt wisan peyvî” de behsa mirovên bijarte anku supermirovan dike. Prof. Dr. Nîck Boström yek ji hîmdarê transhumanîzmê ye.
Charles Darwîn teorîya pêşveçûnê bi rêya bijartina xwezayî di pirtûka ”About Origin of Species” de pêşkêş kir. Wî bawer kir ku mirov beşek ji cîhana heywanan (ajel) e û mîna cureyên din pêşveçû ye. Li gorî Darwîn kesên ku ji guherinê re vekirî bin, ew dimînin, tevdigerin û dijîn.

Çalakvanê biopolîtîk Jeremy Refkin (2018) û bioloj Stuart Newman herduyan jî dîtinên transhumanîstan pejirandin û li gorî wan transhumanîst dikarin dûnyayê biguhêrînin. Keckok Lee dibêje: ”Zanîna mirovên xwezayî û mirovên ku dê bi şoreşa hunerê ve bihên çêkirin (mirovên xwezayî mirovên ne xwezayî).
Fîlozof Mary Midgley (2018) jî dibêje: ”Piştîmirov (mirovê/a bijarte) heye û ew piştîvanîya pêşkeftina teknolojî, bioteknîk, kognîtîv û zanyarîyê dike. Li vir felsefeya moralê, bawerî bi gengazîya nemirina însanan ve dihê girêdan.”

Fîlozof Julian Huxley (1957) yekem kes e ku peyva ”transhumanîzm” ê bikartîne. Ew di sala 1957an de dibêje: ”mirovê/a niha dimîne, lê ji cewhera xwe mirovahîya nû vedigire…” Li gorî wî, mirovên dema niha reben in û divê ew ji kirasên xwe derbikevin.
Mirovê/a dema niha dimîne, lê ji cewhera xwe mirovahîya nû vedigire. Însan ji demeke derbasî demekî din dibe, li wir bioteknolojî, molekûlî, rewşenbîrî û kognîtîvî giranîya xwe dide ser baştirkirina jîyanê. Mêjûyê me bi mîlyonan caran ji elektronîkê hêdîtir dixebite. Divê mêjîyên me li gorî cîh, war, dem û teknolojîya nû ve desthilatdar be. 2 mêjîyên me yên cûda hene, divê ew bi hevre bixebitin.

Profesor Dr.Anders Sandberg teza doktorîya komputernasîyê li Universita Stockholmê nivîsî û niha li ”Unîversîta”Oxford”ê kar dike. Ew jî behsa jîyaneke baştir dike û dixwaze em bibin postmirov anku ”piştîmirov” û em ji bo baştirkirina mirovî/mirovê hewl bidin.
Ez dîsan vebigerim ser mijara herî girîng; Coronavîrus. Li gorî lêkolîner James Lyons Weiler ji sedî 99% coronavîrus bi laboratoriuma Wuhana Çînê ve hatîye xuliqandin û afirandin. Lê vîrusa tirk jê xerabtir e.Tevgera Kurd li Bakur ji sedî 99% ji coronavîrusa Kemalîzma tirk pêk hatîye û li bajarên Bakur belav bûye.
Ez îdîa dikim ku ew coronavîrusên cûda ji atmosfera Ankara Tirkîyê mîna baranên cûda yên Kemalîzmê li Kurdistanê dibarin û belav dibin. Yanî sîyaseta tirk û mentalîteta wê li Kurdistanê belav bûye û ew vîrus e.
Transhumanîstên mezin ji alîyê rexnegirê Amerîkayî Francis Fukuyama ve hatin rexnekirin ku ramana transhumanîzmê herî tehlûke û bi xeter e. Ew li Johns Hopkins Univesitetê kar dikir û bi pirtûka xwe ya bi navê ”Dîrok qedîya û ev mirovê dawîn” ve navdar e. Pirtûka wî di sala 1992an de hat weşandin.

13.1 Kurdên reben behsa demokrasîyê dikin

Rexneya min ji bo îdeolojîya sîyaseta kurd bingeha xwe ji Şoreşa Fransayê werdigire ku li wir Antoine Destutt de Tracy xwest ku xwezayîya dîrokê nivîsîye. Teorîzan (teorîsyen) û zanyar Frieldrich Engels yek ji avakarê teorîya Karl Marx e ku teorîyê weke pêvajoyekê (proses) dibîne. Lê ev pêvajo ji bo kurdên reben derbas nabe. Nimûne: Ez 30 sal berê ji partîyekî kurd veqîtîyam lê hê jî hevalbendên wê dijmintîya min dikin. Tiştek nabe. Lê ev nîşana rebenîya wan e. Belê, reben in. Mirovên reben! Êdî dê zaryarî bijî û nezanyarî bimire. Ev tişt ji bo sîyasetê wisan e. Zanyarîya nû pirsyarên sîyasî yên nezan, seqet teral, jikarketî, cahîl, xulam, kal/pîr û ehmeqan nepijirîne. Divê ew kesên ehmeq, seqet, cahîl û nezan ji berpirsyarîya sîyasetê dûr bikevin.

Hin syasetmendarên dûnya ji Marxîzmê derbasî postmarxîzmê bûne, lê kurdên Bakur li cihê xwe man û qet neleqîyan ji ber ehmeqîya xwe. Mirov laş û hizra pêvajoyê ye. Heke ev hizr tune be, hingê mirov ne ”pêvajo” ye. Kurdên înternasyonalîst ên komunîst û îslamîst li Bakur dev ji welatê xwe Kurdistanê berdidin û ji bo gelê Filistînî, demokrasîya Tirkîyê, Îran, Îraq û Sûrîyê dixebitin. Lê komunîstên Tirkîyê, Îran, Îraq û Sûrîyê jî bi xwe ve girêyî ne û çepên Bakur dixapînin. Demokrasîya Tirkîyê ne karê PKK, HAK-PAR, PSK û PDK-T (T-KDP/ Partîya DemokrataTirkîyê) ye. Tevgera Kurd li Bakur bingeha rastîya civakên Kurdistanê ne danîye holê, ew li ser serî li erdê û lingên wê li jor in. Divê Tevgera Kurd rabibe ser lingên xwe. Tevgera Kurd li Bakur gelê kurd rezîl, ruswa, bêşexsîyet û kesitîya wî perçe-perçe kirîye. Zanîna ji nezanîya wan e… Marxîzma klasîk mir, lê postmarxîzm za û ketîye rojevê. Lenînîzma klasîk a sala 1970î mir, lê postlenînîzm za û kete şûna lenînîzma klasîk a sala 1970î. Nasyonalîzma klasîk şûna xwe dide neonasyonalîzm/postnasyonalîzmê.
Ez dê di nivîsekî xwe ya din de behsa van peyvan bikim: postmarxîzm, postkolonyalîzm, postnasyonalîsm (piştîneteweperestî), înternasyonalîzm, înterkulturalîzm, postlenînîzm, postbarzanîzm, postmodernîzm, postzardeştî, posthumanîzm, postmirov…

Li gorî min, însan ji demeke derbasî demeke din dibe, li wir bioteknolojî, molekûlî, rewşenbîrî û kognîtîvî giranîya xwe heye. Mêjûyê me bi mîlyonan caran ji elektronîkê hêdîtir dixebite. Mêjîyên me li gorî cîh, war, dem û teknolojîya nû ve pêş diçe.

Demokrasîya pêşerojê bi felsefeya sûntezkirina demokrasîya lîberal, demokrasîya radîkal û sosyaldemokrasîyê ve gengaz e. Sûntezkirina dîtinan dihê wateya ku dîtinên mirovî li gorî cîh û demê dihên guhartin û baştir dibin. Sûnkretîzm tê wateya têkilbûna dîtinên cûda û jêderxistina dîtinên nû yên ne herêmî. Gava sîyaset û kulturên cûda bi hevûdu re dikevin têkilîyê, hingê bandora xwe jî, ser li hevûdu dihêlin, li wir dîtinên hevdem dihên parastin û yên çewt jî qels dimînin û hin ji wan paşê dimirin. Her netewe, kêmnetewe, her kom, takekes bi qasî hev mafdar in û herwisan jî bi qasî hev biqîmet in. Zanîn, aqil, hiş, bîr û kapasîteya wan ji hev cûda ye.

Sûntezkirina dîtinan wekî sûnkretîzmê ye. Mirov xwe dixe şûna kesê/a din. Ez li vir qala bi-empatîyê dikim. Li vir dilşadîya mirovî bi dilşadîya kesên din ve gengaz e. Hingê mirov ji etnocentrîzm û egocentrîzmê rizgar dibe û dibe xwedîyê kesitîyeke ”piştîmirovan” e. Sûntêzkirina dîtinên cûda û bawerîyan tiştekî xwezayî ye. Ez nabêjim dê dîtin tune bin, tune nabin, mirov dîtinên cûda dipejirîne û wan wek projeya pêşketinê dibîne.
Gava sîyaset û kulturên cûda bi hevûdu re dikevin têkilîyê, hingê bandora xwe jî, ser li hevûdu dihêlin, li wir dîtinên hevdem tên parastin û yên çewt jî qels dimînin û hin wan paşê dimirin.

Em bi cîh, war û deman ve dihên guhartin û dîtinên me jî wekî me dihên guhartin, dîtinek ev dem rast be, demeke din dikare çewt be. Yanî bawerîyek (dîtin) dibe objekt û paşê jî, dibe dîyalog. Yanî bawerîyek (têz) dibe antîtêz. Bi dîtina min, dîrok û dema borî bêhtir problematîk e. Li gorî min, Tirkîye bi xwe kopîya Ataturk e û Ataturk jî ketîye nav kesitîya sîyasetmendarên kurd. Ez di nav partî û rêxistinên Bakurê Kurdistanê de jî xebitim û min bi xwe metodên kemalîstên kurd bi çavên serê xwe dîtin.

13.2 Kole û lokedar

Însan wekî însan xwedîyê rûmet û xwedîyê mafên hevpar û azad e. Divê însan li hemberî hevûdu bi hestên biratîyê tev bigerin. Lê dewleta tirk û birêvebirên wê kurdan wekî însanên kurd nabînin û berê jî ne didîtin, wekî tirkên çîyayî didîtin. Dîtina fermî ya dewleta tirk dişûbe teorîya HEGEL ya ku dibêje kole koledarî wekî însan dibîne, lê koledar kole wekî însan nabîne.
Nimûne: ez bixwe 30 sal berê ji partîyekî kurd veqetîyam, lê hê jî ew partî û hevalbendên wê dijminatîya min dikin, ji ber ku ew di bin mentalîta kemalîzmê de mane (li ser xwe nimûne didim da ku bihête femkirin). Êdî kesên wisan ”ehmeq”, mirovên nezan, nizm û xulam nikarin bi ehmeqîya xwe ve zulm li kesekî wekî min bikin. Zulm tenê ji sîstema dewleta tirk nayê, hawayê hizrandina sîyasetmendarekî ehmeq û nezan jî dikare zulm biafirîne. Zulma herî xerab a li min bûye, zulma ehmeqan e, zulma xerabtirîn ew zulm bû.
Mentalîteya PSK/ HAK-PAR û PKK mîna hev e û ew li ser rêyekê ne. Mirovên niha yên HAK-PAR / PSK´ê dimînin, lê ji cewhera xwe mirovahîya nû vedigire..” Li gorî min mirovên yên ku dijmintîya min dikin reben in û divê ew ji kirasên xwe derbikevin. PAK partîyeke nû ye û jê re wext divê.

Fîlozof Mary Midgleyî wisan dibêje: ”di pêşeroja me de însan dikare jîyana xwe dirêj bike. Însan dikare bi alîkarîya teknolojî û zanyarîyê ji nexweşî, kalbûn/pîrbûn û ji mirinê rizgar bibe. Ji alîyê din ve laşekî bi rêk û pêk û mêjîyeke baştir. Li gorî min, însan ji, demeke derbasî demeke din dibe, li wir bîyoteknolojî, molekûlî, rewşenbîrî û kognîtîvî giranîya xwe heye. Mêjûyê me bi mîlyonan caran ji elektronîkê hêdîtir dixebite. Mêjîyên me li gorî cîh, war, dem û teknolojîya nû ve pêş diçe (…) /

Em bi cîh, war û deman ve tên guhartin û dîtinên me jî wekî me tên guhartin, dîtinek îro rast be, sibê çewt e. Yanî bawerîyek (dîtin) dibe objekt û paşê jî, dibe dîyalog:
Kultura kollektîfê (subjekt, nasnameya destpêkê, ”em tirkên çîyayî ne”)
Kultura îndîvîdî/ê (ferdek, objekt, ”ez ne ez im”, ”ez ne tirkê/a çîyayî me”)
Kultura îndîvîd û kollektîfê (subjekt-subjekt, ez û tu em kurd in, lê hindikneteweyên din jî hene. Mafên wan ên zimanî, olî, kulturî, civînî û komeleyî wekî yên min û te….

13.3 Kurte

însan ji demekî derbasî demekî din dibe, li wir bioteknolojî, rewşenbîrî kognîtîvî û teknolojîyên nû xwe nîşan didin. Mêjîyên me li gorî cîh, war, dem û teknolojîyên nû ve dihên guhartin. Mirovên dema niha dimînin, lê ji cewhera xwe mirovahîya nû vedigirin. Mirovên xulam, kole û rebenên sîyasî ji vê rewşa niha derbikevin û pêşîn ji bo xwe û welatê xwe bixebitin. Pirsa demokrasîya Tirkîyê, îran, Îraq û Sûrîyê ne pirsa me ye û ji alîyê qanûna navneteweyî ve wisan e. Di pêşeroja me de însan dikare jîyana xwe dirêj bike. Însan dikare bi alîkarîya teknolojî û zanyarîyê ji nexweşî, kalbûn/pîrbûn û ji mirinê rizgar dibe. Ji alîyê din ve laşekî bi rêk û pêk û mêjîyeke baştir. Pêyxember jî, prîmîtîv bûn… Piranîya partîyên Kurd li Bakur ji sedî ji vîrusa Kemalîzma tirk pêk hatine û li bajarên Bakur belav bûye. Êdî mirovahî naxwaze kesên nezan, cahîl, xulam, kal/pîr û ehmeqên sîyasî aqil bidin kesên zana. Divê ew kesên ehmeq, cahîl û nezan ji berpirsyarîya sîyasî û desthelatdarîya kurdî dûr bikevin û li gorî xwe ji xwe re karekî din bibînin.
Felsefeya sûntezkirina demokrasîya lîberal, demokrasîya radîkal û sosyaldemokrasîyê.
Fîlosofîya etîkê, teknolojîya nû ji bo pêşxistina însanî/ê. Felsefeya moralê ya ku giranîya xwe dide ser teknolojî, nemirin, nexweşî û dirêjkirina jîyana mirovî. Sîyasetmendarên Bakurê Kurdistanê wekî kemalîstan dihizrin û ew bûne kopîya kemalîzmê. Digel vê yekê jî, neweteperestîya dewleta tirk ji kurdan xerabtir e. Têgihîştina neteweperestîya tirk ji bo tunekirina netewe û hindikneteweyên cûda û berdewamkirina etnocentrîzm û monokulturalîzmê ye.

13.4. Çend xal li ser naverokê piştîmirovahî

-Abolîsîyonîzm, fîlosofîya etîkê ye, teknolojîyê ji bo pêşxistina însanî/ê tê bikarhanîn.
-Felsefeya sûntezkirina demokrasîya lîberal, demokrasîya radîkal û sosyaldemokrasîyê.
-Îmmortalîzm, felsefeya moralê ya ku giranîya xwe dide ser teknolojî û dirêjkirina jîyana mirovî.
-Piştîmirovahî dibêje, jîyan xweş e û mirov dixwaze bijî.
-Transhumanîzma îndîvîduyalîstîyê diparêze.
-Her ”îndîvîd” (ferd) ji jîyana xwe berpirs e.
-Piştîmirov bi aqilmendî û tecrûbên xwe li mijaran mêze dike.
-Transhumanîzm nerm û bi tolerans e.
-Piştîmirovahî dibêje, jîyan xweş e û mirov dixwaze baştirîn bijî.
-Transhumanîzm ji bo baştirkirina mirovahîyê ye.
-Mirov ji bo qencîyê hatîye dûnyayê.

13.5. REFERANS & LITERATUR

Eposa Gilgamesh (1800 sal BZ) li “Pirtûkaxaneya Asurbanîpal: ”Ez dê mirinê bikujim”: Nemirin.
Bergman, Anders (2016). Humanismens födelse: Stockholm.
Björklund, Mats (2005). Evolutionsbiologi. Studentlitteratur.
Friedrich Nietzsche (1881-1883, piştre hat wergera ji bo swêdî). Så talade Zarathustra
Francis Fukuyama (1992). Historiens slut och den sista människan
Prof. Nick Bostrom (2015). Faculty of Phılosophy…
Hansell, R. Gregory & Grassie, William (2011). Transhumanism.
Carl Andersson (2011). Transhumanism. Institutionen för humaniora. Halmstad Högskola. Uppsats Filmvetenskap 61-90.
07.04.2020

Written by

Related Posts

0 kommentarer

Skicka en kommentar

Din e-postadress kommer inte publiceras. Obligatoriska fält är märkta *