Salên 1980î

Rastîya Ekola Swêdê
Ekola Swêdê, nivîskarên li Swêdê
Sala 1980î
Malmisanij (1988: 16, 17) wisan neql dike: ”
Ahmed Cantekîn, Ahmed Tigrîs, Brîndar, Firat Cewerî, Hesen Mizgîn, Kemal Burkay, Mahmud Lewendî, Malmisanij, Maruf YILMAZ, Mehmed Uzun, Nûrî Şemdin, Reşo Zîlan, Rohat Alakom…
Di sala 1960î de Mehmed Emîn Bozarslan bi dest nivîna kurd kir û piştre Rojen Barnas di sala 1970î de dest bi nivîsa kurdî kir.
Sala1990î
Aram Gernas, Arif Zêrevan, Bavê Barzan, Bûbê Eser, Celadet Çeliker, Cemal Batun, Fatma Bozarslan, Gabar Çiyan, Haluk Ozturk, Haydar Diljen, Hesenê Metê, J. Espar, Laleş Qaso, Lokman Polat, M. Alî Kut, Mehmed Dehsiwar, Mîrhem Yîgît, Mustafa Aydogan, Mustafa Dûzgûn, Mustafa Uzun, Mûnzûr Çem, Murad ciwan, Osman Aytar, Saîd Îzzet Gûven, Sûleyman Demîr, Şerefxan Cizîrî, Zinarê Xamo, Zinar Soran…”
Sala 1990î
Mustafa Aydogan pir dereng dest bi nivîsîna kurmancî kir. Berhema wî ya ewilî ev e: Pêlên Bêrîkirinê, Nûdem, 1997. Hesenê Metê piştî jî sala 1991ê berhema xwe ya ewilî nivisî. Berhema wî ya ewilî ev e: Smîrnoff, WELAT, Stockholm.
Hesenê Metê (1957) ji Erxaniya Amedê ji dayîkê dibe. Ev bi qasî 37 salan e ku ji wan deran dûr e, ji 1983an ve li Swêdê dijî. Novela wî ya bi navê ”Mêrxasî” di sala 1987, hejmar 17an de çap bûye (yanî ne pirtûk).
Ew kesên ku ”Ekola Swêdê” ya sala 1980 û heta 1990î (1980-1991) înkar dikin, ew kes mirovahîyekê tune û wenda dikin; çandekê wenda dibe. Mafê berpirsyarekî/e sazî û komeleyeke kurd tune ye, ku ji bo bilindkirina xwe û berjewendîyên xwe, mîrasa çanda kurdan înkar bike. ”Di pêvajoya (proses) weşana Nûdemê de Firat Cewerî kovareke xwerû werger bi navê NÛDEM WERGER derxist û weşanxaneya Nûdemê ava kir. Bi rêya weşanên Nûdemê wî nêzîkî sed berhemên kurdî pêşkêşî kitêbxaneya kurdî kirine. Herweha wî kovara HAWARê ku bingehê edebiyata kurdî ya nûjen e, ji nû ve civand û wek du cildan çap kir…” Di nav romannivîserên kurd ên Swêdê de Mehmed Uzun û Firat Cewerî bi pîvanên teknîka romanan dinivîsîn. Hejmara pirbûn û zêdebûna nivîskarên kurd ên Swêdê ne girîng e, kapasîteta wan û hunera wan girîngtirîn e.
Di nivîskarîyê de kapasîteya afirandina edebiyata bedew pir girîng e. Ehmedê Xanî ji mîlyonan zêdetir e. Mehmed Uzun jî bi etîka hunerî, fîksiyona hunerî û bi nirxên xwe ve mohra xwe li dîrokê xistiye û derbasî nav rûpelên wê bûye. Hemû nivîskar/mirov wek hev bi qîmet in, lê xwedî kapasîteyên cuda ne. Erka nivîskar ew e ku li ser hunera edebiyata bedew meraq bike. ”Civaka jor” bi xwe-rêveberiyê ku xwedî kapasîteya ramana hunerî ye. Qîmeta hunerî û nirxên bilind nivîskar e. Kapasîteya ku efsaneyê bi wate dike, nivîskar e. Fîksiyon/edebiyata bedew di xebata polê de beşdarî jêhatiya exlaqî dibe. Fîksiyon di heman demê de bandorê li hestên me dike û me dike ku em jiyanên ku me qet nejiyane biceribînin û di heman demê de gerdûnê berfireh dike da ku em xwedî perspektîfeka berfirehtir bin ku em pê re têkildar bin ((Persson 2007, r.132). Divê roman herikbar bin helbet Persson jê haydar e, xuya ye ku ev motîvasyon ji hawayê ku em mirov pêşde diçin, hinek bi ferdî û hinek jî weke hevwelatîyê.
Magnus di berhema xwe ya bi navê The Good Book (2012) de dibêje ku sedema bingehîn a ku em di dibistanê de edebiyata bedew dixwînin ev e ku ew wekî tiştek eşkere baş tê hesibandin, ku li ser edebiyata baş efsaneyek heye. Ew li ser vê yekê dibêje: ”Edebiyat baş e û bi xwendina wê hûn baş dibin. The Myth of the Good Edition (2012.
Li gorî lêkolîna Hugh Hauder (2006: 162–164), Kant, Bacon, Hume Jefferson û Hegel di edebiyatê de xwedî têkiliyên însanî û rewşenbîrî ne û dixwazin şaristaniyê bi dest bixin û prîmîtîvîzmê kêm bikin. Hauder di pirtûka xwe de behsa teorîyên Frant Fanon ên derbarê emperyalîzma rojavayî û gelên bindest dike. Fanon (1995) dibêje ku divê zordestî li Afrîkayê pêk were da ku li ber xwe bidin û mirovên reşik xwe di çavên mırovên spî de piçûk nebînin.”
Têbînî: Hêdî amade dikim-
Maruf
0 kommentarer